Serokê Hikûmeta Demkî bi spartinê Ehmed Tu´ima tekez kir: ” Ji kêlîka dûbarekirina raspartina min, min dest bi pêwendiyan bi kesên eleqedar bo dirustkirina hikûmetê kir”. Tu´ima zêde kir ” Hevbendiyê derfeta mehekê da min, ez ê bizavê bikim ku tê de bidawî bikim, tekez ez ê lîsteyê di yekem civîna hevbendiyê de piştî wergirtina baweriyê pêşkêş bikim”.
Li ser awa û mezinbûna hikûmetê Tu´ima got: ” Wê hikûmet biçûk, nazik û şeng be, wê nêzî hikûmetên di rewşa şer de be, madam ev rewşa em tê de berdewam e”.
li gor ezmûneya xwe di hikûmeta berê de Tu´ima tekez kir: ” mifaya me ji ezmûna hikûmeta berê dît, hewcedariya belvkirina hindek çenteyan ne, wê hindek wezaret tev li hev bibin, û hindekî dî zêde bibin, beriztirîn yek ya karûbarê derve ye. Hrweha em hewl didin ku zêdetir wezîr û cîgirên wezîran ji xwedî karînên rêvebirî û naskirî bin, ew jî bo bicîanîna tembîniyên pirsyarkirin û çavdêriyê, û xurtkirina zelaliyê di karê me de”.
Tu´ima herweha dijwariya pirsiyariyê di rewşa niha de tekez kir: ” Vegerandina welatekî revandî ji desthilatdariya welatekî aram dijawartir e, berztirîn tişt divê em dûrî wî bikevin raspartina bidawî li ser dahatên ji derve ye. Herweha em ta niha di çareserkirina pirsgirêka belgenameyan ji Sûryan re biser neketine, ew jî pirsgirêkek mezinbûyî û bêçare ye, di bin zexta revandina rejîmê ji rewatiya nûneriya Sûrî di civînên navdewletî de. Hêvî dikim em bikaribin pêşketinekê di vî warî de bicî bînin, wek erkê ku ji bo birêxistina sernameyên sivîlan di deverên rizgarkirî de di nav sala bûrî de em pê rabûn”.
Hevbendiya Niştimanî biserketina berbijêr Ehmed Tu´ima bo şûnakrê Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî di 14 vê mehê de ragihandibû, ew jî di di hilbijartinên ku desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî pêk anîbû.
Tu´ima 63 deng wergirtin beramberî yek dengî ji bo berbijêr Yasîn Elnecar ji koma hejmara dengan ku 65 deng bûn.
Jêder: Hevbendî – Elşerq Elewset