Hevrêzkarê Desteya Niştimanî ya Sûrî ya Kar û Barê Girtî û Windayan, Yasir Elferhan, tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, kar ji bo kesên tewanbar ji sizaya dadgehên Navdewletî rizgar nebin û mafê qurbaniya bighêje wan dike.
Û Elferhan diyar kir ku Hevbendî bi gelek riyên yasayî kar dike, da dadweriyê bi cih bike, û Qurbaniyan qerebo bike, û tewanbaran siza bike, û ew rê jî ev in: doza yasayî di riya Dadgeha Cînayî ya Navdewletî, dadgehên niştimanî, û dadgeheke taybet bi tewanên cengê li Sûriyê ya heye çêbibe.
Û bal kişand ku pêvajoya duyemîn pêk tê ji: mîkanizmên Netewên Yekbûyî yên ji bo avakirina doseyên tekûz derbarê hemî kêşên wek tewanên cengê û dijî mirovahiyê hatine dîtin, û nîşanên ku têra naskirina tewankaran bikin.
Û eşkere kir ku di hundir van mîkanizman de komîtên vekolînê û komîtên hevpeymanên bi ser Encumana Mafê Mirovan ve, ji bilî name û belgên ku ji hêla Hevbendiyê ji Encumana Ewlkariya Navdewletî û hemû rêxistinên pispor re hatibûn şandin.
Û Elferhan ragihand ku Hevbendî piştgiriya hemû kar û hewildanên parêzerên Sûrî dikir, di riya hevdîtinên ku di 2016an de cêbûn, û di heman mijarê de Hevbendiyê di riya malpera xwe re ban hemê qurbaniyên li Oripa kir, da berê xwe bidin dadgehan û gilî bikin.
Û Elferhan diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî du caran di salên 2013- 2017 li dergehê dadgeha Cînayatên Navdewletî daye, û balkişand ku di cara dawî de doza qebûlkirina dadgehê li gor xala 12 ji sîstema Roma pêşkêş kir, ew sîstema diyar dike ku rêjîma Elesed nerewa ye, û Hevbendî bi pisporiya dadgehê razî ye.
Û Elferhan got ku hevbendiyê yadnameyek bi daxwazê re birê kir, û tê de tawanên cengê yên ji alîyê rêjîma Elesed ve hatine kirin hebûn, her weha lîsteyek ji navên ku tawanbarên tawan kirine ji efserên mezin û rayedarên Şebîhên rêjîmê û yên alîkariyên darayî ji wan re pêşkêş kirine tê de hebûn.
Û Elferhan got ku di yadnameyê de beşin hebûn, tê de qebareya tewanên kuştin û girtina derveyê yasayê û binçavkirinên kotekî hebûn, her weha delîlên bikaranîna rêjîmê ji çekên kîmawî re tê de bûn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî