Endamên Komîteya Bilind ya Ezmûnan û Nûnerên Wezareta Perwerdeyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, gereke şopandinê li ser navendên ezmûnan yên li gundewarê Helebê û bakurê Idlibê lidar xist, û li pirosesa ezmûnan temaşe kirin.
Û Rêvebiriya Perwerde û Fêrkirinê li Helebê, roja şemiya bûrî 4ê tîrmehê, dema ezmûna herdû fêrnameyan, ya bekeloriya bi hemû şaxên wê û ya seretayî ya rola sala 2020an ragihandibû.
Û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî hêviyên serkeftinê ji xwendekaran re anî ziman, û got ku em pir hewcedarî nifşên nû ne ji bo avakirina welêt.
Û Serokê Hikûmetê got ku hûn hêvî û pêşeroj in, welat bi we ava dibe, em bi we şanaz in, em hêviyên serkeftin û ciyawazbûnê bi alîkariya xweda ji we re dixwazin.
Û hejmarek ji saziyên civaka sivîl û rêxistinên navdewletî bi çavdêriya pirosesa ezmûnan rabûn, û raporin fermî derbarê nirxandina hingavên fêrkirinê derxistin.
Û Wezareta Perwerdeyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, karibû danpêdana bi fêrnameya fêrkirina navendî û ya bineretî ji dewletên wek: Tirkiye, Firansa, Almaniya, Amrîka, Birêtaniya, Holenda, Siwêd, Nemsa, Istiraliya û Belçîka bides xwe ve bîne.
Û hejmarek ji xwendekarên fêrnameya Diwenavendî ya giştî û fêrnameya fêrkirina seretayî, karibûn xwendinên xwe di dibistan û zanîngehên wan dewletan de bidomînin, û li gorî wezareta perwerdeyê 222.230 xwendekarên xort û keç ezmûnên xwe pêşkêş kirin, û 151.126 xwendekar ji sala 2013yan heyanî sala 2018an serkeftî bûn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî