Hêzên rêjîma Esed û Rûsiya di binpêkirina agirbestê de li Idlib û gundewarê Heleb û Hemayê berdewam in, û Tîma Hevrêzkarên Bersivdanê şehîdbûna 18 sivîlan di nav de 5 zarok hebûn belge kir.
Û di daxwiyaniyeke duh yekşemê derketî de, Tîma Bersivdanê diyar kir ku, hejmara binpêkirinên rêjîmê û Rûsiya gihîşte 1064 binpêkirinan, ji heyva azara borî de, yaku tê de rêkeftin li bajarê Sotşî di navbera Serokê Tirkiyê Receb Teyêb Erdogan û hevkûfê wî yê Rûsî de çêbû.
Û Tîmê got ku binpêkirinên rêjîmê û Rûsiya cûrbecûr bûn, jê bombebaran bi topên topxane û mûşekan û balefirên bê firokvan û balefirên cengê bûn, û bal kişand ku hejmarek ji deverên gundewarê Heleb û Hema û Idlibê hatin armanckirin.
Û daxwiyaniyê ji aliyên navdewletî yên têkildar bi rewşa Sûriyê, xwest ku agirbestê biçespînin, û ji bo vegera sivîlan bo deverên wan û binpêkirinên berdewam rawestînin, û daxwaz ji Endamên Civaka Navdewletî kir ku derbaskirina alîkariyan di riya xalên sînorî re bo bakur rojavayê Sûriyê berdewam bibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî