Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê di daxuyaniyekê de da zanîn ko koçberkirina sivîlan ya bi kotekîya ko rejêma Esed li Şamê pêk tîne tawankariyeke li dijî mirovahiyê ye , ko taxên Şamê yên rojhilat amanc dike ji nav wan jî taxa Berzê û ya Tişrîn û Qabûn ya ko peyapey operasiyonên koçberkirina bi kotekî tê de çêbûne.
Hevbendiyê amaje bi wê yekê kir ko tişta niha rû dide koçberkirina bi zorê ye û binpêkirina yasaya navdewletî ye û tawankariyek dijî mirovantiyê ye, herwiha tekez kir ko mafê tu aliyekî nîne ko peymanên koçkirina kotekî îmze bike an rewatiyê bidê an danpêdanê pê bike.
Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de tekez kir ko berdewamiya koçkirina kotekî lidijî cîbicîkirina peymana Estana ye ya ji bo aramkirina rewşê ya ko di navbera aliyên dabînker de û amanca diristî ji paş an ji pêngavên an peymanên ko Rûsya û Îranê hewil didin ko piştgiriya wan bikin, tenê ew alav in ji bo bêtir kuştin û koçkirin û tawankariyan bikin û hewildaneke ji bo piştgiriya helwesta rêjîmê bike ya li dijî miletê ko doza azadiyê dike.
Hevbendiyê di heman daxuyaniyê de berpirsiyariya vê yekê xiste stûyê civaka navdewletî de derbarê siyaseta koçkirina kotekî ya berdewam dermafê sivîlan de li herêmên rojhilatê Şamê û hemû herêmên dorpêçkirî ko berdewam bi top û bombabarana asmanî ji hêla hêzên rêjîmê û milîsên ser bi wê ve têne bombebarankirin.
Hevbendiya Niştîmanî dibîne rêbaza bêserûber ya ko rêjîm û yên piştgirya wê dikin pê radibin, ew ji ber bêçaretiya civaka navdewletî û berdewamiya wê ye ko li operasiyonên koçkirinê temaşe dike û ev yek berdewam e di heyama siyaseta kuştin û wêrankirin û dorpêça ku ji şeş salan ve berdewam e.
Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî