Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Komelkujiyên rêjîma Esed û Milîşeyên mezhebî, û nemaze komelkujiya gundê Eltirêmsê yê girêdayî gundewarê Hemayê sala 2012an yaku bîranîna wê di van rojan de ye, di bîr Civaka Navdewletî tîne, her weha komelkujiya Taxa Eşîra li Humsê û komelkujiyên Elholê û Dêra Zorê û Zemelka ta bighîne komelkujiya Dareya û Elmiedemiyê û Kefir Betina.
Û Hevbenidiyê di daxuyaniyeke xwe ya derbarê komelkujiya Eltirêmsê de, got ku bi dehan di wê komelkujiyê de şehîd bûn, di nav de bi dehan jin û zarok jî hebûn, û wê komelkujiyê tevna civaka Sûrî û perçekirina civakê armanc kir, di rêça siyaseteke tewankar re awayên qirêj bikar anîn, di nav de awayên gef û tirsandina Sûriyan ji hev û çandina fitneyan di navbera wan de.
Û got ku ew komelkujiya li ber çavê Çavdêrên Navdewletî çêbibû û pir nêzî cihê wan pêk hatibû, û tevî ku bêtirê dewletên çalak şokbûna xwe derbarê komelkujiyê anîn ziman, lê bersiva cidî ne hat, û ti gav ji bo şopandina tewankaran û cezakirina wan û ne jî ji bo nehêlin hîn bêhtir komelkujî çêbibin nehatin avêtin.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ku ji erkê tevaya aliyên Navdewletî ye ku dema bi doseya Sûriyê re didin û distînin van komelkujiyan bînin bîra xwe, û berpisyariyên xwe derbarê qurbaniyan higirin.
Û tekez kir ku Komîteya Yasayî di Hevbendiyê de tevî aliyên Sûrî yên serbixwe û Saziyên Mafnasî yên Cîhanî, di şopandina doseya tewanên dermafê gelê Sûriyê pêkjhatine de berdewam e, û heya jê tê ji bo komkirina belge û dîdevanan kar dike, û ji bo pêkanîna dadweriyê bi pê şopa tewankaran dikeve, û fişarên gengaz ji bo veguhestina vê doseyê bo Dadgeha Cezaya Navdewletî di demek nêzîk de kar dike.
Û Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji Civaka Navdewletî kir, ku berpisyariyên xwe derbarê doseya komelkujiyan û rewşa Sûriyê hilgire, û daxwaz ji hemû alîya kir da bixebitin û biryarên Navdewletî berve cîbicîkirinê bibin, û çareya siyasî li gorî daxuyaniya Cinêvê biserî bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî