Nesir Elherîrî sekertêrê giştiyê Hevbendiya Niştimanî kuştara hêzên Esed li gundewarên bakurê Himusê ya 30 sivîlan têde jiyana xwe jidest dan pirotisto kir, di dema ku girûpeka ji 70 kesî pêk dihat, hinên birîndar jî di nav wan de hebûn ber bi navçeyên bakurê Sûriyê û Tirkiyê ve diçûn bi armanca çareseriya nojdarî, bi dûratiya 10 km ji gundewarê Hemayê û ji nişkave rastî êrîşeka şebîheyên Esed hatin, û bi guleyan û narincokên AR Bî Cê hatin armanckirin. Ku îro Elherîrî di daxuyaniyekê de daxwaz ji Civaka navdewletî kir ji bo “vekirina derwaz û kirîdorên aram bo navçeyên dorpêçkirî û sepandina navçeyeka parastî li bakur û başûrê Sûriyê bo bibin penageh bo sivîlan”. Di heman demê de “bêdengiya navdewletî li hember tawanên berdewam yên rojane di derheqê Sûriyan de” şermezar kir, herwiha hişyarî da ku “rêjîma Esed wê oparasyona hevpeymaniya navdewletî bo meremên xwe bikar bîne, jibo têperandina tawanên xwe bi armanca belavkirina tevlîheviyê û şikandina viyana şoreşgeran”, û di dawiya daxuyaniya xwe de got: “bitenê bi pirçekirina artêşa Azad hevdem ligel arastekirina bombebarana leşkerî bo navendên rêjîmê û rêxistina Daiş, ew take garantiye bo rawestandina bobilatên Sivîlan û ziwakirina çavkaniyên derhênera terorê ye”.
Jêder: Hevbendî