Salim Elmislit berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî, kuştara Esed ya kirêt ya li Gundewarê Idlib kir protesto kir, ya ko bêtir ji 50 sivîlî şehîd kirin û bidehan Birîndar kirin, ko bi êrîşeke asmanî Kampek Penaberan li Bakurê bajarokê Hibît li Gundewarê Başûr amanc kir, Firokên perwaneyî çar bermîlên teqîner bi ser Kampa Abidîn de avêtin, di encamê de 50 sivîl bûne qurbanî piraniya wan Jin û Zarok in û Birîndar jî piraniya wan di metirsiyê de ne.
Elmislit doz li Civaka Navdewletî kir da ji bo parastina sivîlan berpirsiyarên xwe hilgirin, û çekdar kirina Artêşa Azad bikin û Çekê corane û giran bidine wan bi taybetî yên dijî Firokan, da asman li ber firokên Esed bigirin ji bo kuştaran li dijî sivîlan nekin. Ji aliyê xwe ve Emerîka jî daxbariya xwe derbarî kuştarê anî ziman û kuştar bi “Êrîşeke hovane” salix da.
Jêder: Hevbendî