Rêjîma Eseb li gor Tora Sûrî Ya Mafên Mirov bêhtirî ji 50 carî gaza jehirkirî di topbarana 18 navçeyên Sûriyê de bikar aniye, û ev binpêkirinek eşkere ye ji biryara Encûmena Ewlekariyê ya hejmara 2118, ya ku di têkesta wê de bikaranîna çekên kêmyawî û gazên jehrî hatine qedexekirin, herwiha bi ronahî û bi awayekî zelal têkestkiriye ku di dema rêjîma Esed vê biryarê binpê bike wê yekser û li gor benda 7an ji soznameya Netewên yekgirtî wê Encûmena Ewlekariyê destêweranê bike, û li ser zarê Nesir Elherîrî sekertêrê giştî yê Hevbendiya Niştimanî bikaranîna çekên kêmyawî û gazên jehirkirî ji aliyê rêjîma Esed pirotisto kiriye, û daxwaz ji Hevpeymaniya Navdewletî kiriye ku yekser derbeyên serbazî li navendên rêjîm û rêxistina Daiş bide, û got ku:” terora rêjîma Esed li dijî jin û zarok û sivîlan dike, bigelekî li pêş her teroreke dine ku rastî civaka navdewletî dibe”. Elherîrî da xuyakirin ku:” di dema ku firokên hevpeymaniyê êrîşî baregehên Daiş di Sûriyê de dikin, rejîma Esed ya ku Çavkaniya terorê ye , dirindetirîn şêweyên terora dewletê li dijî Sivîlan bikar tîne, bi bikaranîna gazên jehrkirî ku li gor nerîna hin çalakvanan ew gaza kolorê ye”.
Jêder: Hevbendî