Razgirê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Nesr Elherîrî kuştina serkirdeyê Artêşa Azad Kemal Elhemewî yê ku bi navê Ebû Wail Elhumsî tê naskirin li Gundewarê Humsê şermezar kir. Şeva bûrî Ebû Wail Elhumsî ji aliyekî nenas ve hat revandina, û vê sibehê laşê wî li gundê “Se`en” li Rojhilatî bajarê Telbîsê hate dîtin.
Ebû Wail navdartirîn serkirdeyên Meydanî li Humsê bû, di hemû şerên ku li bajarê kevin qewimîn beşdar bû, gelek ziyan li hêzên rejîmê kirin, wî û hevalên xwe sebir li ser dorpêçkirina ku hêzên Esed li ser bajêr bêtirî salekê pêk anîbû kişandin.
Hevbendiya Niştimanî behîdarî ji merovên şehîd re û hevalên wî di Artêşa Azad de pêşkêş kir, tê de tekez kir ku:” Wê destê dadweriyê dirêjî berpirsê vê tawanê û hemû tawanên derheqê xelkên Sûrî de bûne bibe”.
Jêder: Hevbendî