Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî civîneke şêwirdarî ya nû yaku duyemîn car ji vê cûreyî ye li gel kesayetin file yên serbixwe lidar xist, bi armanca ku dawîtrîn pêşketinên siyasî û astengiyên rastî şoreşa Sûriyê tên di dema guhartinên kûr di ketwar û bingeha civaka sûrî de gengeşe bikin, wek rêxwşkirinê ji pirosesa diyaloga niştimanî ya berfireh re.
Û di civînê de Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrê û Cîgirê Serok, Uqab Yehya û Hevrêzkarê Komîteya Diyaloga Niştimanî Salim Elmislit û Endamê Desteya Siyasî Behcet Etasî û Endamên Desteya Giştî Ebdulîlah Elfehed û Ehmed Tuimê û Mihemed Qedah amade bûn.
Û amadebûyan behsa dawîtirîn pêşveçûn û pêşhatên meydanî û siyasî kirin, her weha behsa mîkanîzma parastina tevna civakî û yekrêziya niştimanî û baldariya hestên corbecor beşên gelê Sûrî kirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî şiroveyek li ser rewşa meydanî li Sûriyê û serdana ku pê rabûye li deverên rizgarkirî û hevdîtinên xwe li gel kesayetên leşkerî û sivîl pêşkêş kir, her weha gêrêbesta Civakî û karê Hevbendiya Niştimanî li ser danîna nerîna destûrî li Sûriya pêşerojê.
Û Elherîrî li ser şiroveya ku nûnerê navdewletî yê taybet bo Sûriyê, Gere Pedersen, pêşkêş kirî û li ser pêşhatên pirosesa siyasî nemaze rewşa astengkirinê yaku rijêma Esed çêdike derbarê gera nû ya Komîteya Destûrî ya Sûrî axivî.
Û tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî pêgiriyê bi hêvî û daxwazên tevaya Sûriyan dike, û daku bighînin dewleteke demoqratî piralî yaku li ser aştiya xelkê û jiyana hevbeş ava dibe.
Û Hevrêzkarê Komîteyê Salim Elmislit li ser karê Komîteyê di zêdekirina çaeçoveyê pêwendî û hevrêzkariyê li gel tevaya pêkhatên gelê Sûrî û avakirina bingeheke hevbeş bo hemû Sûriyan di riya lidarxistina hevdîtinên şêwirdarî yên corbecor bi awayekî rolane û berdewam axivî.
Û Endamê Desteya Siyasî Behcet Etasî li ser karê Komîteyê di vegerandina mafan li Efrînê axivî, her weha serkeftina wê di vegerandina bi dehan xanî û dikanên bazirganî ji xwediyên wan re.
Û amadebûyan li ser gotara niştimanî yaku hevbendiyê derxistiye û giringiya wê axivîn, û tekezî li ser girîngiya van diyalogan û berdewamiya wan kirin, û bal kişandin ser ku pêwîste sûde ji şarezayên Sûrî yên li dewletên pêşwaziya penaberên Sûrî kirine bête dîtin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî