Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elhrîrî, hevdîtinek li gel Nûnerê Kenedî bo Sûriyê Gregory Gallagan lidar xist, û pê re pêşhatên rewşa meydanî û siyasî li Sûriyê gengeşe kir.
Û di civînê de Cîgirê Serok Ebdulhekîm beşar û Hevrêzkarê Ofîsa Têkliyên Derve Ebdulehed Istêfo amade bûn.
Û Elherîrî sipasî ji Hikûmeta Kenedî re li ser xebatên wê di piştgiriya doza Sûrî de û hevkariya wê di pêşkêşkirina alîkariyên mirovahî û hawarçûnê bo hewcedarên li Sûriyê û pêşwaziya wê ji bêhtirê penaberên Sûrî re pêşkêş kirin.
Û Elherîrî li ser dawîtirîn pêşketinên meydanî û tiştê ku rijêma Esed û piştgirên wê pê radibin di warê binpêkirin û tewanan de, û êrîşa Rûsî ya mezin a bi mebest ya vê dawiyê li ser baregeha Artêşa Niştimanî ya Sûrî li devera Eldiwêle ya gundewarê Idlibê axivî, û bal kişand ser ku nameyin siyasî û leşkerî ji paş wê êrîşa Rûsî ya hevbeş hebûn, û got ku em kiryarên Rûsiya nasdikin, wê xwe dît hewcedara behaneyekê ji bo berdewamiya helmeta leşkerî, ji ber ku baweriya wan bi rêbaza leşkerî li ser hesabê çareya siyasî heye.
Û amadebûyan pirosesa siyasî û encamên karên Komîteya Destûrî ya Sûrî gengeşe kirin, û Elherîrî bal kişand ser ku ti encamên bedrest ji gerên Komîteya Destûrî derneketin tevî xebata ku nûnerê navdewletî bo Sûriyê Gere Pedersen pê rabûye.
Û Elherîrî tekezî li ser pêwîstiya fişareke mezin li ser rijêm û piştgirên wê yaku bihêle ew li ser masa danûstandinê danişe kir, ji bo cîbicîkirina tevaya biryarên ji aliyê Encumena Ewlekariyê derketine derbarê Sûriyê û nemaze biryara 2254.
Û ji aliyê xwe ve Nûnerê Kenedî tekez kir ku Komîteya Destûrî ya Sûrî nikarîbû armancên xwe ta niha pêk bîne, û bi Serokê Hevbendiyê re sînaryoyên texmînkirî û helwestên Hevbendiyê derbarê wan gengeşe kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî.