Bi boneya bîranîna salvegera 66emîn a şoreşa rizgarkirina Cezayir, Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, nameyeke pîrozbahiyê arasteyî Wezîrê Derve yê Komara Cezayir ya Demqratî ya Gelêrî kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di nameya xwe de hêvî kirin ku ev bone li Cazayir û gelê wê yê bira bi xêr û bereket û geşpêdan û pêşketin vegere.
Û Elherîrî bi navê Hevbendiya Niştimanî û gelê Sûrî xweştirîn silav û rêzlêgirtin bo Komara Cezayir ya Demqratî ya Gelêrî bi rayedar û gelê wê pêşkêş kirin, li ser helwestên piştgir ji şoreşa Sûriyê û gelê wê re.
Û Elherîrî di nivîseke xwe de li ser malpera Tiweterê got ku şoreşa despêka novemberê guhertineke cîwaz bû di dîroka Cezayirê de, û got ku şoreşa melyon û nîvîek şehîd bûye dastana xwegorîkirin û şoreşê ji bo maf û azadî û serxwebûnê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî