Muhemed Qedah cîgirê serokê Hevbendiya Nîştimaniya Sûriyê, dîdara desteya serokayetiya Hevbendiyê bi Ehmed Oxlo wezîrê derve yê Turkyê re bi “erênî” nirxand, piştî pîrozbahiyên Wezîrê derve yê Tirkiya bo endamên desteyê li ser wergirtina postên nû, li gor Qedah dibêje, Oxlo got:”Em dest ji gelê Sûrî bernadin,û dê piştgiriya daxwazên wan bikin,her alîkariyeka pêwîst dê pêşkêşî wan bikin heta roja vegerin welatekî azad û demoqrat, û kesek nikare bandora xwe li pêwendiyên me yên dîrokî bi Sûriyan re bike, û dê hemî alîkariyên siyasî û darayî û razberî pêşkêşî Hevbendiya Nîştimanî bikin-ji bo xizmeta Sûriyan ,heta gelê Sûrî vê sosreta ku gefê li hebûna wî dike derbas bike”.herwiha cîgirê serok di daxuyaniya xwe de got:” me pêdawîstiyên Hevbendîyê ji serkirdayetiya Turkya re gotin, ji bo alîkariyên bêhtir bo Sûriyên ko daxwaza rûxandina Elesed dikin pêşkêş bikin ,û me rewşa siyasî ya nû ya şoreşê û fakterên ku şoreş bi wan ji xwehrî û rêderketinê bête parastin ji Wezareta Derve ya Turkî re ronî kir “. herwiha dîsa Qedah got:”me daxwaza birek pêdawîstiyên serekî kir bo penaberên Sûrî yên di kampên penaberiyê de, û di hindurê bajarên turikya dijîn, û tekezî hat kirin li ser giringiya ruhakirina gelê sûrî ji metirsiya bêxwendiniyê. bi rêka piştgirtina hemî alav û navendên fêrkirinê yên bi rêka wan bikarbin rêgeha pirosêsa perwerdeya Sûriyan durist bikin”. Qedah di daxuyaniya xwe “Erêniya danûstandina Turkî bi pêdiviyên şoreşa sûrî re ” bilind nirxand , û li dawiyê got:”pêwendiyên me digel birayên me yên Turk, ne yên îro ne,lê pêwendiyên dîrokî ne, rehên rewşenbîrî yên kûr û resen me bi hev girê didin, heger ne ji bingeha gelêrî ya siyaseta Turkiyê ba, û guncayîbûna dîmokratîk di navbera gel û hikûmetê de sebaretî Sûryê, Siyaseta Turkyê ne dikarî şoreşa Sûriyê himbêz bike heta niha”.
Jêder: Hevbendî