Hevbendiya Niştimanî Sûrî nekarîna Hevpeymana Navdewletî derbarî “hilgirtina berpirsiyariyên xwe ji bo parastina Sivîlan” protesto kir, yên ko li ser destê Esed rojane dikevin ber tawankariyên li pêş çav û bihîstina cîhanê, nemaze bikaranîna çekên qedexekirî û xazên jehrê. ku Evê sibehê Firokên Esed Herêmên Taxa Cober li Şamê bi mûşekên xaza Kilora jehrîn amanc kirin, di encamê de li gora jêderê Navenda pizîşkî ya li rex aniya şer, bîst kesan jiyana xwe ji dest dan. Herweha Nivîsgeha ragihandinê ya taxa Cober got ku doh bi şev Rêjîmê tax bi Xaza kilorê amanc kir, û bi sedema tunebûna peywendî û elektrîkê nûçe nehat belav kirin.
Elmislit Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Hevrikiya Sûriyê di daxuyaniya xwe de tekez kir, Esed derfet ji mijûliya cîhanê bi lêdana Daişa tirorist wegirt, û dîsa tawankarî dermafê miletê Sûrî de kir, ev tişt bêkarîniya istiratîciya Hevpeymanê aşkere dike, û giring e ew istiratîcî bête guhertin û Rêjîma Esed jî têkeve nav lîsteya amanckirinê.
Jêder: Hevbendî