Hevbendiya Niştimanî Sûrî Nivîsgehek li bajarê Laziqiyê vekir, ji bo danûstandinê bi xelkê re bike û pêdiviyên wan li Herêmê pêşkêş bike.
Birêz Mihemed Xêr Elwezîr serokê Nivîsgehên hundirê Sûriyê, di hevdîtina digel berpirsên xwecihî li wir li ser rewşa mirovî ya gundewarê Laziqiyê , û hevrêziya tê xwestin di navbera Encûmena xwecihî û Nivîsgeha Hevbendiyê li Laziqiyê gotûbêj kirin.
Herweha gotûbêj li ser dosya perwerdekirinê çê bû, ev dosya ko pêdiviyên pir jê re divên da daxwazên perwerdekirina zarokan û xwendekaran pêk bînin, herweha pêdiviyên xelkê da pêşwaziya werzê zivistanê bikin.
Ev pêngava vekirina Nivîsgeha Laziqiyê ne ya yekem e, belê Emîndarê Giştî Nesir Elherîrî û Mihemed Qeddah cîgirê serokê Hevbendiyê jî li Seraqib li Idlibê yek vekirin,ya ku erkê wê hevrêzî û zanîna pêdiviyên xelkê ye, Elqeddah di vekirina nivîsgeha li Idlibê de got:
Karê evê Nivîsgehê çavdêrî û hevrêzî bi welatiyên Sûrî li hundirê Idlibê bi giştî re ye, da xwestekên Sûriyan ji nêzîk ve nas bikin.”
Got “emê hemû nêzîk li hundirê bajarên Sûriyê bin ji bo em rajeya birayên xwe yên Sûrî bikin û pêdiviyên wan pêşkêş bikin, da em bi wan xurt bibin û pirinsîbên dadî û yasa yên ko Sûrî ji bo wan derketine misoger bikin. ”
Herweha Herîrî gotibû: “zincîra vekirina evan Nivîsgehan ne dawiya rê ye, belê ew navnîşana qonaxekê ye. Û amanca serekî ji vekirina evê Nivîsgehê re,xurtkirina rewşa rêxistinî ye û bihêzkirina pirên danûstandinê navbera serperiştên siyasî û sivîl û yên leşkerî li hemû bajarên Sûriyê ye. Ji bo bidestxistina biryara siyasî ya ko berjewendiyên Navdewletî dixwazin ji destê Sûriyan birevînin.”
Elherîrî soz da ko Hevbendî “Ewê mil bi mil digel Hevwelatiyên Sûrî be, ji bo avakirina Sûriyê û deranîna wê ji evê gelemşeya ko Esed di rêya wê re dixwaze dengê rastiya Sûriyan wenda bike. ”
Jêder: Hevbendî