Cîgirê Serokê Hevbendiyê Mihemed Qedah got: Parastina Artêşa Azad ji Karwanên alîkariyên Netewên Yekbûyî re yên ko ji Urdinê derbasî Sûrî bûne, dide xuyakirin ko Artêşa Azad ew berhema birastî ji hinavê Şoreşa .gel e
Çimkî wek evê helwestê li ser Artêşa Azad ne nû ye, ji gava ko çê bûye û heta nuha, ev helwest li gora pêvajoya Şoreşê ye û ji aliyê din ve jî Rêjîmê ji xelkê re aşkere dike gava ko di rûyê alîkariyên mirovî de bi behaneyine sexte radiweste.
Di hevpeyivîneke taybet de bi Nivîsgeha Ragihadinê ya Hevbendiyê re Qedah got: Rêjîma Elesed bi nehêlana wî ji derbasbûna alîkariyên mirovî re, derandineke aşkere ye ji biryarên navnetewî re û pêlêkirina hemû belgeyên mafê mirovan e.
Herweha Cîgirê Serokê Hevbendiyê doz li Civaka Navnetewî kir: Ko fişarê bide ser Rêjîma Elesed da ji biryara Navnetewî re 2165 sernixûz bibe, û wî neçar bike da rê bide derbasbûna alîkariyên mirovî ne tenê li Herêmên ko ji derveyî desthilata Elesed in lê yên ko hatine dorpêç kirin li Şamê û Xota û wek Kampa Yermûk û Dûma û Cober, û di bin parastina Artêşa Azad de bin ji bo dabînkirina gihaştina wan ji bo ew kesên pêdiviya alîkariyê ne.