Di çarçovê çavpêketinên Hadî Elbehra de, serokê Hevbendiya Nîştimaniya Sûriyê bo mawê du rojên bûrî de,û îrojî kom bû digel serkirdeyên Encûmena balaya Leşkerî,zêdebarî çendîn Hêzên şervan,ku got:”Tevlîbûna ketîbeyên nû bo Encûmena balaya Leşkerî, bûye pêdiviyek di rojeva tevgerê û geşekirina laşê leşkerî yê nûxwaz de bo tev hêzên şervan ser qadê.ji ber vê çendê ya pêwistek lezgîne em karbikin ji bo derbaskirina Hêzên kara di qewarê Artêşa Sûriya Azad de û ala xwe bikin yek al, ji bo bêhtir bersinga rêxstinên Tîrorist û yên tundrew bigirin ku îro rehendên wan geş dibin, yên ku dibin destek û pilan bo rêjîma Bişar Elesed û hevalbendên wê yên îranî di deverên derveyî kontirola rêjîmê de”.
Dîsa Elbehra got: wek van rêşûnan, pêdiviya di karnameyên serekî de hewl bidin pêkbînin, piştî em gehan wê baweriyê ku çareseriya Siyasî digel rêjîmeka çewt wek ya Elesed,wê ne tenê bi diyalokê bê,belê herwiha bi guhertina ketwarê leşkerî de bê di berjewendiya hêzên şoreşger, ya ku astema bê rêxistina sercem hêzan û danîna wan li ser rêka dirist ji bo rûxandina Tîrora Elesed û rêxstinên tundrew û tîrorist, yên bizavan dikin da dapoşînê li ser deng û rengê rasteqîn yên Sûriyan bikin”.
Herwiha de heman mijarê de Elbehra tekezkir,”ku karnameya bê, wê nav û nîşanê wê Sûriya bê, pêş tev guherankariyên derekî yên dîtir, û ev hemû li bin Sîwana karê nîştimanî, dûr ji milmilanê siyasî yên ku belkî bandorê bikin li ser tekera me dest bigerandina wê kirî, û ew karname (pilan) ya ketiye di warê cêbicêkirinê de wê karsaziyên tewaw bikê di mîkanizma amrazên raperandina şoreşê de, di wezaretên hikûmetê de û di hêzên şervan yên li ser qada şer de. Lewra di van herdu rojên bûrî de me kombûn digel wezîrên hikûmeta demkî re kirin, ji bo nasîna destkeftiyên wan û zehmetiyên dikevin li pêş karê wan,ji bo çareseriya xalên boşayî bilez, ku doza Sûriyê êdî nayê paşxistin”. û Elbehra di çavpêketina xwe de tekezkir ku pêdiviya kar veguhêzin hundir bajêrên Suriya,” bi hemû Encûmenên leşkerî û wezîrên xwe ve bo kar bi milên welatiyan, û hest bi hestê wan bikin,û ewjî hest bi me bikin, ji ber ku ev tek çareseriya bo dagirtina wê boşayî ya dinavbera tevgera şoreşgerî de ya hundir û ya ji derve, ya ku rêjîma Elesed li ser dirawestê û berekiyê têxê di yekrêziya nîştimanî de. û Elbehra ji wezîrên hikûmeta demkî xwest li mawê çavpêketinê de pêdiviya” bala xwe bidin karê sazî û tiknoqrat di çarçovên damudezgehên cêbicêkar yên hikûmetê de, û bijartina fermanberan li gor ezmûn û taqîgeriyê bê, û tekezî kir li ser sûdmendiyê ji xudan ezmûn û pisporan bigirin û wan perawî nekin yên ” ku pîverê serekî yên karkirîn di saziyên rêjîmê de,ji ber ku Hevbendî û li gor armancên şoreşê, ne digel helweşandina dewlet û saziyên wê ye, berovajî vê çendê armanc wê parastina dewletê ye û ramalîna wê ji gendeliyê ye ya ku rêjîma Elesed çandî di hundir saziyên dewletê de “.
Jêder : Hevbendî