Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di daxuyaniyeke rojnamevanî de îro bi helkefta Roja Navdewletî Ya Hînkirinê hişyarî ji metirsiyên berdewamiya rawestandina piştgiriya navdewletî ji karta perwerde û hînkirinê li Sûriyê da.
Û Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de tekezî kir ku karta hînkirinê rastî ziyaneke mezin li ser destê rêxistinên navdewletî hatiye, ji ber ku sala bûrî piştgiriya xwe rawestandibûn û ew yek bû sedema jikarketina piraniya programên ku alîkariya wezareta perwerdeyê dikirin, her weha ji ber hejmarek mezin ji mamosteyan neçar man karê xwe bi rengekî xwebexş û bi kêmtirîn karînan berdewam bikin.
Û Hevbendiyê ji cîhanê daxwaz kir ku berpirsyariyên xwe yên derbarê rewşa hînkirinê li Sûriyê hilgire, û rawestandina piştgiriya karta hîndariyê û jikarketina prosesa hînkirinê wek bobelatekê da zanîn, “û bandora wê mîna armanckirina rijêma Esed ji karta hînkirinê re ye”, û “dikeve xizmeta meremên wî de, yên nezankirina gelê Sûriyê û dijîtiya paşeroja wî”.
Û daxwaza “kirina karên pêwîst ji bo kartêkerkirina pirogramên hînkirinê bi rengekî yekser kir, her weha zêdekirina piştgiriyê da ew proses karibe tevaya zarokan li xwe bigire”.
Û Hevbendiyê bal kişand ser giringiya dabînkirina hînkirinê li hin kampên penaberan, ku li hin deveran xwendekar neçar dibin çend kîlometreyan bimeşin da bigihêjin dibistanê, di rewşên ewlekarî yên dijwar de.
Hejmara dibistanan li Idlibê dighêje 1193an, û ew dibistan xizmeta hînkirinê ji 399660 zarokî re pêşkêş dike, di dema ku 250000 zarok nikarin wê xizmetê bidest bixînin, û 268 dibistan ji ber helmeta dagîrkariya Rûsî û rijêmê û milîsên Îranê li ser bakurê Sûryê ji kar ketine.
Û di sala 2019an de, dibistanên Idlibê rastî 77 êrîşan hatine, di encamê de hejmara dibistanên ku bi temamî wêran bûne û yên beşek ji wan wêran bûye ne kêmtir ji 126 dibistanî ye, herweha 20 dibistanên ku bûne warê derbideran.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Nişrimanî ya Sûrî