36 sivîl, jin û zarok jî di nav wan de hene şehîd ketin, û 50ên din birîndar bûn, di bombebarankirineke balafirên cengê yên rêjîma Esed de li ser sûkeke gelêrî li parêzgeha Idlibê, doh yekşembê, li gor ku berpirsekî Berevaniya Sivîl li Idlibê bi navê Leys Alfaris got.
Û Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya sûriyê, ev komelkujî şermezar kirin, û dît ku ev kar gurkirineke tewankarî ye ji aliyê rêjîma Esed û Rûsiya ve, û ev nîşana teroristîbûna wan e, û çareseriya ku baweriya Esed pê tê ew e ” bikuje û berdewam be di kuştinê de”, û got ku ev komelkujiyên Esed û hevalbendên wî, pirosesa siyasî armanc dike ji bo ku ji erk û encamên pirosesa siyasî ya ku di biryarên navdewletî de hatiye bireve.
Her weha firokeke cengê ya hêzên Esed, îro berbanga sibê, êrîşên asîmanî bi mûşekan birin ser bajarokê Eqeyrebat li gundewarê Hema yê rojhilat, û xaniyên sivîlan armanc kirin, û di encamê de 8 şehîd ji malbata Hilal ketin û jin û zarok jî di nav wan de hebûn, tevlî hejmarek ji birîndaran ji sivîlan.
Û êrîşên asmanî yên berdewam ên Esed û hevalbendên wî li ser Helebê û gundewarê wê, bi bidehan ji êrîşên asîmanî berdewam dikin, û hin ji wan bi çekên qedexekirî, û di encamê de Şehîd û birîndar li gelek deveran ketin.
Û hin çalakvanan diyar kir ku êrîşên asîmanî çûn ser bajarokên gundewarê bakur, wek Endan û Kefer Hemra û Hirêtan û Mellah, û hin ji wan bi bombeyên Fosforî bûn, her weha gundê Alosmaniya li gundewarê başûr rastî bombebaraneke asîmanî bû, û 11 birîndar ketin, û li gundewarê rojhilat, 2 sivîl bi teqîna mayîneke bin erdê ji yên bermayê DAIŞê li gindê Um Alsefa yê nêzî bajarê Minbicê şehîd ketin.
Û wezareta Derve ya Tirkiyê, bi xurtî komelkujiya li Idlibê rûda şermezar kir, û di daxuyaniyeke xwe de diyar kir ku” balafirên şer yên rêjîmê careke din kombûneke sivîlan li idlibê li pêş çavê cîhanê armanc kir, û hejmarek ji bêgunehan kuştin, jin û zarok jî di nav wan de hebûn”.
Û bi xurtî tekez kir ku ” armanckirina sivîlên bêguneh ji hêla Rêjîmê ve, dûrî nirxên mirovahiyê ne”,û got ku ” ew kesên li behaneyan digerin ji armanckirina nexweşhane û mizgeftan û sûkên gelêrî re li Sûriyê, qerfên xwe bi civaka navdewletî dikin”.
Û wezareta karûbarê derve ya Tirkiyê bal kişand ser ku”berdewamiya armanckirina sivîlan li Sûriyê, hêviyên gelê Sûriyê di çareseriya Siyasî de û gihistina agirbestekê qels dikin”, û di vî warî de daxwaza ” rêgirtina li pêşiya van tawanan kir, da Aştî û aramî li Sûriyê bê avakirin”.
Jêder: Hevbendî+Anadol