Birêvebirê Nivîsgeha Hevbendiya Niştimanî Sûrî Xalid Elsalih tekez kir ko: “Rêjîma Elesed û di bîranîna salvegera êrîşên kîmawî li ser Xota Şamê, êrîşên xwe dubare dike li ser taxa Cobera Şamê di encamê de pênc pakrewan bûn û gelek Birîndar û hin bihnçikandî bûn ”.
Di axaftineke Rojnamevanî de Elsalih îro got: “Ev êrîş ji hişmendiyeke tawankarî tê û ev nameyek ji Civaka Navnetewî re ye di bîranîna yeksaliya êrîşên Xota de şand” ko ew . ” Dest ji kuştina miletê Sûrî bernade û tu paxavan ji Civaka Navnetewî nake û ew di hemû zêdegaviyan de berdewam e”
Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Hadî Elbehre doh nameyek arasteyî miletê Sûrî kir tê de da xuyakirin ko: “ Rêjîma tawankar tawankariya xwe di bin siya bêdengiya tekûz ya Civaka Navnetewî de kir erê ew ji çekan tazî kirin lê ew azad hiştin.” Elbehra tekez kir ko: “ev tawankarî ji bil ko ew tawankariyeke cengê ye, tawankariye di dermafê miletê Sûrî de, gava Rêjîm dest ji çekên kîmawî berdide yê ko bi xwîn û qûtê zarokên Sûriyê kirîne.”
Elbehra dewam kir: “Em hêmin nabin û nîhadê me aram nabe heta ko em Tawankar li ber destê Dadmendiyê nebînin.”û Tekez kir ko: “Hevbendiya Niştimanî gelekî şiyanê dike da evê kêşeyê bigihîne Dadgeha tawankariyên Navnetewî çimkî ew xerabtirîn tawankarî ye ko di serdema nuha de çê bûye.”
Herweha Serokê Hevbendiyê got: “Derdên pakrewanan û kulên dayik û bavan yên ko zarokên xwe li ber çavên xwe dîtin ko çawa bihna wan diçike û jiyana xwe ji dest didin ev wê rêberiya rêka têkoşîna me bikin, û mafeke ko tu caran em jê nagerin.” Û got pêdivî ye ev bîranîn ji me re bibe hêza pêşdebirinê ko em yekîtiya xwe xurt bikin, li derdora ala welat ya ko em tev de li bin kom dibin,ala welatê me yê ku em jê hezdikin yê ku emê wî ava bikin stemkar bivên an nevên.
Jêder: Hevbendî