Hevbendiya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, diyar kir ku, rêjîma Esed agirbesta ku rêkeftin li ser çêbûye derbarê rawestandina şer wek derfetekê dibîne, û hewil dide bajarê Helebê dorpêç bike, û ev yek dît wek serserîtiyeke nû ji rêjîma Esed re, ji bo têkbirina goftûgoyan.
Ev yek hat di heyama civîna ku şanda Hevbendiya Niştîmanî bi serokatiya Enes El-Ebdê Serokê Hevbendiyê û cîgira wî Semîra Misalma û Emîndarê Giştî Ebdilîlah Fehed û hejmarek ji endamên Desteya Siyasî, roja Înê, bi nûnerên tevahiya encumenên xwecihî yên li Sûriyê lidarxistibû.
Kesên ku li civînê amade bûn, behsa tewerên meydanî û siyasî kirin, nexasim pêşxistina operasyona giftûgoyan, û Serokê Hevbendiyê plana serokatiyê ji dema bê re pêşkêş kir, ya ku li ser piransîpa xurtkirina têkiliyên(Sûrî-Sûrî) ye, di rêya pêwendiya bi tevahiya pêkhateyên şoreşa Sûriyê re, herwiha gengeşe li ser rewşa Hikûmeta Demkî û encumenên xwecihî û zehmetiyên têne pêşiya karên wan li deverên azadkirî hate kirin.
Hêzên Esed binpêkirina xwe ji agirbestê re berdewam dike, û êrîşî cihên Artêşa Azad li kargehên Kampa Henderat li bakurê bajarê Helebê kirin, û hêj hêzên rêjîmê hewil didin êrîşî wê Kampê bikin, da ku rêya Kastêlo bibirin ku tekedamar e ji bajêr re.
Tê zanîn, şanda Hevbendiyê bi gerekê ji bo heyama du rojan rabûye ku dê bi hejmarek ji komîte û dezgehên şoreşgerî û dezgehên civaka sivîl hevdîtin pêk anî, û herwiha duh, bi nûnerên Yekîneya Hemahengiya Piştevaniyê û Hikûmeta Sûriyê ya Demkî re rûniştibû.
Jêder: Hevbendî