Mihemed Yihya Mektebî Emîndarî giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê , bêzarî diyar kir ji rêkeftina di nav rêjîma Esed û Rûsiya de, ya ku radestkirineke ji welat re bo Rûsiyayê wek hêzeke dagîrker.
Her wiha Mektebî tekezî li ser nerewatiya rêjîma Esed kir û got: ne ji mafê wî ye ku tu pirotokolên ne rewa û dagîrkirina welat di riya pirotokolên sertewandin û radestkirinê pêk bîne .
û Mektebî wiha jî got:”Rêjîma Esed tenê îro girûpek e ji tawankar û terorîstên ku miletê Sûriyê ji berî 5 salan de dikuje”, bi alîkariya hin tawankar û tîrorîstên din, wek Îran û mîlîşiyên wê yên regezperest û mîlîşiyên Hizbelah ya terorist û her weha hêzên Rûsiyayê “.
Û malpera fermî ya Rûsiyayê ya zaniyariyên yasayî rêkeftina di navbera Rûsiya û rêjîma Esed de eşkere kir, û têde rêjîmê gelek sertewandin ji Rûsiya re kiriye, di wê rêkeftinê de dema mana hêzên Rûsî vekirî ye, û her wiha ew ê bi karê xwe bêyi destêwerdana rêjîma Esed rabe, û çênabe tu kes ji hêzên Rûsî bên girtin yan jî lêpirsîn ji wan bê kirin, li gor hin jêderên Rûsî, hêzên Rûsiyayê wê azad bin di tevger û karê xwe de bêyî destwedrana berpirsyarên rêjîma Esed, bi ser de şervanên rêjîmê ne ji mafê wan e ku derbasî deverên girûpên Rûsî bibin bê erêkirina Rûsan .
Her wiha endamê desteya siyasî ya Hevbendiyê Xetîb Bedla bi tundî tekez kir ku ew rêkeftin tu yasayiyê nade destêwerdana leşkerî ya Rûsî di Sûriyê de û em wî karî dibînin dijminkarî û dagîrkirin ji Sûriyê re, ji lewra çênabe Rûsiya bê dîtin wek navgînekî di çi çareseriya siyasî de , lê belê ew aliyek dijmin e ji gelê Sûriyê û şoreşa wî û viyana wî di jiyaneke bi rumet de re.
Û Bedle tekez kir ku Rûsiya ana tenê dagîrkereke kirêt e, tawanên cengê dijî gelekî bêçek dike, ku piraniya bumbebarana dijminkariya Rûsî li ser taxên niştecî û dibistan û nanpêjgeh û perestgehan e, û piraniya qurbaniyên wê sivîl in, û ti rê li pêşiya gelê Sûriyê nemaye ji bilî berdewamiya di şoreşê de ta rizgarkirina tevaya Sûriyê ji her cûreyên dagîrkirin û sitemkarî û tîrorîstiyê.
Jêder: Hvbendî