Îro Duşemê 18/1/2016 nivîsgeha xwecihiya Encumana Niştimanî ya Kurdî ENKSe û ya Partiya Demuqrata Kurdistanê – Sûriya PDK-S li bajarê Tirbespiyê rastî êrîşeke bi bumbeyên Moltof hatin.
Ebdulrehîm Elî serokê xwecihiya Tirbespiyê ev nûçe ji peyamnêrê mere tekez kir û got “ev kiryar nameyeke ji ENKSê û partiyên ku di nava wê de kardikin re û bi teybet piştî kar û çalakiyên ENKS yên dawiyê”.
Elî bal kişand ku ev êrîş girêdayiye bi hilmeta berhevkirina imzeyan ji hêla ENKS ve, lê ewê berdewam bin di çalakiyên xwe yên sivîl de, û kiryarên bi vî şêweyî nabin kelem di riya wan de.
Tê zanîn ku gelek astingiyên bi vî şêweyî rû dane piştî ku ENKS hilmeta berhevkirina imzeyan ragihandine.
Der barê vê kiryara kirêt Encumana Niştimanî Ya Kurd îro beyanek derxist tê de ev kar şermezar kir û got ku armanc jê”tevdan e” û tekez kir ku ev karên tirsonekî yên ku pirojeyê netewî yê kurd û viyana gel di derbirîna nerîna xwe de armanc dikin, nikarin wan ji berdewamkirina têkoşînê paş bixînin, û ew dê berevaniyê di ber vî mafî de bikin ta ku biryar bi mafê gelê kurd yê rewa li Sûriyê bê dan û cîbicî bibe.
Jêder: Hevbendî