Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Hadî Albehra gotara xwe ya ko ji bo Miletê Sûriyê da bi evê gotinê dest pê kir: Cejneke din jî bi ser me de hat û hêj Şoreşa rûmetê vêketî ye û dê wisa bimîne heta ko Sûrî amancênên xwe di azadî, rûmet û mirovanhiyê de pêk bînin.
Ev Şoreşa hêja Şoreşa avakirinê ye ne ya wêrankirinê ye, Şoreşa avakirina xweyîna Sûryê û karînên wê yên afrandyar e, ya ko Rêjîma setemkarî û tariyê hewl da ku wan veşêre. Sûriyan wek ko yekemîn Alfabêya nivîsê dan cîhanê û çand û zanîn dan wan dikarin nimûneyekî ji cangorîkirin û saman û şaristaniyê di avakirina dewletan li ser bingehên durist jî bidin.
Miletê Sûrî ji destpêka Şoreşê ve silogana Miletê Sûrî yek e bilind kirin, û va ye ew berdewam in di tekoşîna avakirina Dewleta Niştimaniya Nûjen, Dewleta dadmendî û wekhevî ya ku çi cudahiyê neke navbera tu kesên Sûrî de û bi çi sedemê be, Dewletek ji hemû Hevwelatiyan re be, tevan biparêze, û ji hemûyan re derfetan veke, ji bo çesipandina karînên xwe û bicihanîna xewnên xwe.
Albehra di gotara xwe de li ser azadiya Civaka ko Sûrî kar dikin da ava bikin tekez kir û got: “Xewna me Sûriyan Civakeke azad û birûmet e, şoreşa xwe ya siyasî û civakî û çandeyî û zanistî pêk bîne,ya ku bingeha wê di sûrya nû de wê veguhesineke çak be di sîstema perwerdeyê û rêbazên wê de.
Cenga avakirinê ne kêmî ya li dijî Rêjîma kujer û sextekar e, û Sûrya hewcedarî hemû zaroyên xwe ye çi regeza wan be an ol û baweriyên wan bin, Sûriya ji hemû pêkhatiyên xwe re ye, ji hemû regez û netewan re ye, û wê tenê ji wan re be, ev milet dê karibe ji evê cengê serbilind derkeve. ”
Serxwebûna biryara Sûryê û xak û desthilatiya wê li ser tevaya xaka wê, û vegerandina Colana dagîrkirî, û yekîtiya miletê wê, negorên binghînin yên ko ji bo pêkanîna wan em şer dikin. em ji hemûyan re dibêjin parastina Sûriyan û parastina rûmeta wan bingeh e di rêbaza karê me de, û em nahêlin tu kes destdirêjiyê li rûmeta Sûriyan bike, li çi cihî be, em rê nadin tu kesan ko viyan û raman û awayê jiyana xwe li ser Sûriyan bi hêza çekan biçesipîne.
Ev miletê ko serkêşiya mezintirîn şoreş di dîrokê de kir, li dijî Rêjîmeke tawankar û bi alaveke mezin ji çekan pêçayî ye, ew milet dikare şerê setema kesina ku rahiştine çekan jî bike, ew kesên ku ji dêvla bervedêriya azadî û rûmeta milet bikin, îro roj kirêtirîn cûreyên setem û fişar û kotekiyê lê dike.
Albehra di gotara xwe de tekez kir”Tifinga ko rûmeta Sûriyan û azadiya wan di bijartinê de neparêze, ew Tifing dijmina milet û Şoreşa wî ye, tiştê ko me dighîne hev azadiya vî welatî ye, û gerek e hemû bibin yek di bin ala wî de, û heçê yekîtiya Tifingê û yekîtiya amancê red bike, ew li derveyî viyana Sûriyan e, û dijberî Şoreşa xwe ye Şoreşa rêzbilindî û payedariyê”
Serokê Hevbendiyê di gotara xwe de taybetî da Jinebî, kezebşewitî û Sêwiyan û ji wan re got:”Kurên min ez dizanim tiştê Sûrya tê re buhûrî ji derî salixdan û nîgaşa ye, û ez dizanim nuha em di çavê bahozeka tund de ne, dizanim ko em hemû di bin gefa binavbûnê de ne, ez mezinbûna dijwariyên ko li pêşiya Welatê me, Civaka me, û Şoreşa me ne, di siya evê piştguhkirina navnetewî de dizanim.
Dizanim ko Sûrî bi tena xwe hiştine da beraberiya hêzên Setemê bi laşê xwe yê tazî bike, dizanim ko nervîna Sûriyan e ko li ser sê aniyan şer bikin, aniya Rêjîmê, aniya ew kesên ko dixwazin viyana xwe bi kotekî li ser me biçesipînin, û aniya avakirina Welat.
Qebareya evan dijwariyan me hemûyan vexwendî dike ko em li ser xwe birawestin û em kar berdewam bikin û em bawerin bi serketina ku wê ji bal Xwedê ji me re bê, bi şiyana gelê me û viyana zilamên me û xweragirtina Jinên me, em dê paşerojeke geş ji zarokên xwe re çê bikin.
Xelkên Sûrî şerê xwe ji dêvla hemû mirovahiyê dikin, îro roj gereke azadîxwazên cihanê hemû li rex miletê Sûrî birawestin û alîkariya wî di cenga li dijî setem û tariyê bikin, çimkî serkeftina Sûriyan serkeftina piransîpên mirovî yên bilindin,serkeftina hemî azadên cîhanê ye,ji lewra pabendiya me di vî şerî de bi yasaya nêvdewletî û mafê mirovan pabendiyek resen e bi nirxdariyên bilind yên ku sûriyan diyarî tevaya cîhanê kirine,.
Albehra gotara xwe bi evê gotinê bidawî kir: Hevbendî himêzgeha Şoreşê û nûnera wê ye, ew çarçoveyeke siyasî tevayî ye ne tenê ji endamên xwe re belê li ber hemû Sûriyan vekirî ye û kar dike ji bo sûdê ji karînên hevwelatiyan wergire û wan karînan çarçove bike di planeke kar de hatiye danîn û daraştiye û liser nîşankirina amancine di dema xwe de gerek pêk bên.bi beşdarbûna hemûyan, û me dest bi serastkirina hundurê mala xwe kiriye û serastkirina şaşitiyên ko di rêya me de derketin, û sîng û dil û hişê me jî ji bo hemû rexneyan vekirî ye, em kar dikin û yê kar bike wê şaş jî bibe, û em herdem hewcedarî hûrbîniya karê xwe ne, bi nerîneke rexneyî heta em karibin şaşiyên xwe li paş xwe bihêlin û berê kar bidin aliyê rast.
Hevbendiya Niştimanî wê ne dûrî derdê miletê Sûrî be, ev Hevbendî çêbû ji bo nûnerîtiya wan bike , ew rewaya hebûn û mana xwe ji pabendiya tekûz bi amancên Şoreşa Sûrî dibe.
Tek lêveger ji Hevbendiyê re heye ew jî Gelê Sûrî ye û wê tu lêvegerê din çênebin, piştî Xwedayê mezin hevbendî pişta xwe bi gelê xwe xurt dike û ji gel jî karîn û hêza xwe distîne.
Jêder: Hevbendî