Endama Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê Nûra Elemîr, got ku Rûsya Civaka Navdewletî dixapîne, û hewl dide danûstandina xwe ya erênî digel Netewên Yekbûyî de bide xuyakirin, di heman dema ku ew piştgiriya Esed di armanckirina Helebê de dike.
Elemîr tekez kir ku divê hewldanên hêzên Esed di dorpêçkirina Helebê û wêrankirina wê de rawestin, yên ku bi riya êrîşa zemînî li ser herêma Elkastêlo û bombebarana rêbazkirî li ser taxên niştecîkirî û cihên xizmetkariya giştî dibin, û bombebaran dawî, ya ku li ser nexweşxaneya Elquds li taxa Elsukerî bû.
Elemîr bal kêşand ku Rêjîma Esed û piştgira wî Rûsya danûstandinan delîve dikin da bi behaneya şerê tiroristiyê çareseriya leşkerî ferz bikin, lê belê ew Artêşa Azad û dezgehên sivîl yên şoreşê amanc dikin, û destnîşan kir ku armanca ewe ku Beşar Elesed di dasthilatdariyê de bihêlin.
Elemîr bi xurtî got: Opozisyona Sûrî bizavê dike ji bo çêkirina Desteya Desthilatdariya veguhêz, ku bi hemû karûbarên cîbicîkirinê be, bê yî ku Esed û simbolên wî yên tawankar têde bin.
Jêder: Hevbendî