Firokên dijminkariya Rûsî îro sibehê Navendeke Bijîşkî li bajarokê Xan Toman li Gundewarê Helebê bombebaran kir, di encamê de 15 kes ji tîma Bijîşkî şehîd ketin.
Ev operasiyon hat piştî du rojan ji amanckirina Hêzên Asmanî yên Rûsî ji Karwanekî alîkariyên mirovî yê Rêkxistina Heyva Sor re, dema barê xwe gihandina bajarokê Orm Alkubra li bajarê Helebê, di encamê de 12 kes ji karmendên karta hawarhatinê şehîd ketin .
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, dibîne ko ev bombebaran berdewamiya zincîreke operasiyonên tawankarî ye, Rûsya pêk tîne, ji bo ko serê Şoreşa Sûrî bitewîne da bi mercên Rûsî razî bibe, û Esed serdest bihêle.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûrî, ev tawankarî pirotesto kir û daxwaz ji Civaka Navdewletî kir ko berpirsiyariyên xwe hilgire û mîkanîzma sizakirina yên Agirbest binpê kirine deynin, û heta roja Duşembê 264 binpêkirin belgeh kirine û 64 kes şehîd ketine.
Hevbendiyê bal kêşand ser ko vê Tawankarîyê Peymana Agirbestê li ber bayî berda, û derfetên çareseriya siyasî têk birin, û bijarteya kuştin û wêraniyê tîne rojevê, ya ko Esed bi piştgiriya dagîrkerên Rûsî wê di ser çareseriyên din re dibîne.
Jêder: Hevbendî