Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Mihemed Qeddah got: “Êrîşa tiroristî li ser Emerîka ne bi kuştina Cêmis Folî dest pê kiriye wek ko rawêjkarê Asayişa Netewî ya Koçka Spî axivî. Lê belê ev êrîşa bêdengiya Navnetewî li ser mirovhiyê ye û ne tenê li ser Emerîka. Ji gava ko yekem xort bi destê Rêjîma Elesed hat kuştin û civaka Navnetewî bêdeng ma. Qeddah Dewam kir: tev ko Emerîka ragihand ku ev êrîş li ser me ye, ew berpirsiyariya xwe hildigire, gava ko xêzên xwe yên sor bênirx kirin û Beşar Elesed ew xêz derbas kirin û Emerîka çavê xwe jê girt.”
Herweha Qeddah di hevdîtinekê ko Nivîsgeha Hevbendiya Niştimanî digel kir got: “Bila hemû Dewletên Cîhanê zanibin ko bêdengî li ser tiroristiyê ya ko hişt Daiş û jibilî Daiş çêbibin, nîşanek e ko tundrewî wê li tevaya cîhanê belav bibe.”
Me ji destpêkê de got ko Rêjîma Elesed kar dike da soza xwe bi cih bîne, an Ew an jî wê Herêmê bişewitîne an eger şoreş berdewam bibe wê Herêmê bi tiroristiyê dagire.
Gava Elesed di gotara xwe a yekem de got dibe ku Herêm tev de bişewite. Ne ji valahiyekê digot, lê ji ketwarekê digot ko ew kar dike da wê çê bike. Herweha gotina Muftî Ehmed Hesûn gava ko gefên tiroristiyê li Ewropa xwarin, eger ew li dijî Beşar Elesed rawestin.”
Di dawiya hevpeyivînê de Qeddah got: “Cêmis Folî kurekî me ye, xemgîniya me li ser wî wek ya Emerîkanan e, û kuştina wî ne wek ko Rawêjkarê Asayişa Netewî Emerîkî got êrîş e li ser Emerîka lê belê li ser Sûrî û Herêmê tevî ye. Gava em bawer bin ko mirov yek in bê ko em li regez an netewe an idyolociyê binerin, emê wê hingê bizanin ko me daye ser rêka rast da tiroristiyê têk bibin. Herweha rêka ko tiroristiyê birawestîne ew e ko baweriyê bidine Artêşa Azad ya ko tekez kir ku ew tenê dikare li Herêmê rê li ber kombendên tirorist bigire.”
Jêder: Hevbendî