Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê piştgiriya xwe dide Komara Misir, û sersaxiya malbatên qurbaniyan dike, yên ko di Firoka Misrî ya ko doh berbangê li ser derya spî ket.
Di nameyekê de Serokê Hevbendiya Niştimanî Enes Elebde îro înê ji wezîrê Misrî Samih Şukrî re şand, tê de sersaxiya malbatên qurbaniyan kir.
Firok ji cûreyê Aire Bas 320 ji Parîsê bi şev rabû berê wê li Qahîra bû di pey re peywendî di demjimêr 2:45 bi katê Qahîra berbanga Pêncşembê pê re qut bû.
Dezgeha Misrî ya Firokan tekez kir ko yên Siwar 30 Misrî, 15 Firensî ne û yekî Birîtanî, yekî Belcîkî, û du Îraqî û yekî Kiwêtî, yekî Siûdî, yekî Sûdanî, yekî Tişadî, yekî Purtugalî, yekî Cezayirî û yekî Kenedî ne.
Jêder: Hevbendî