Nesir Elherîrî Sekirtêrê giştiyê Hevbendiya Nîştimaniya Sûriyê, şerê jinişkave di navbera Daiş û hêzên Elesed de li Raqe û Heseke û Tedmur,dazanîn bi “guhertinek demkî ye di siyaseta qazincên hevgor ya kontirolkirî di navbera herdu aliyan de”.û di wê daxuyaniya xwe de Elherîrî got :”ku xemsarî û sistiya dewletên Cîhanê di alîkarîkirina artêşa Sûriya azad de, hişt ku gelê Sûrî ziyanbarê tekane be di şoreşê de, û ardûyê zalbûna hêza leşkerî be,carekê ji hêza Elesed re û cara din ji Daişê re”. û Sekirtêrê giştî dît ku: ” bi hêzbûna aliyên tundrew û Daiş di navçeyê de, û kontirolkirina rûberên berfireh ji aliyê Daiş ve, tê wateya bertengkirina rûberê artêşa Azad û hêzên miyanrê.lewra pêwîste civaka nêvdewletî bi erkê xwe rabe û bilez kar bike, û nehêlin Elesed û Daiş û hêzên terorist û tundrê çarenivîsa milletên deverê control bikin, û şaristaniya Sûriyan par û dabeş bikin di heracek leşkerî û siyasî eşkera de ku rêjîma navdewletî li ser deverê sepandî”.li dawiyê Elherîrî got: ” ku her derengketineka nêvdewletî di alîkarîiya Artêşa Azad de, yekser tê bi wateya alîkarîkirina Daiş û hevbendên wê, û ev jî tê bi ramana avêtina Sûriya û deverê bi tevahî û tevaya cîhanê di bazinê teror û tundrewiyê de û dîtir zehmete bê kontirolkirin”.
Jêder: Hevbendî