Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Hadî Elbehre piştî hevdîtina wî bi Efserên Cudabûyî re li kampan, soza “vegera nêzîk bo himêza Welat” da wan, û da xuyakirin ko “Artêşa Sûrî ya ko Rêjîma Elesed berî du rojan ahenga zayîna wê da çêkirn, ew Artêşeke talanbûyî ye çimkî Efserên wê yên qenc û pispor têk birine, li şûna ku sûdê ji wan wergirin, ew daxistine pileyin sexte ko tu buha jê re nîn e, wek Komîta berevaniya Şamê, da li Dibistanên qunaxa dûmahî kar bikin da karîna wan a leşkerî û zanistî pûç bikin. Ev Artêşa ko Rêjîma Elesed dixwaze wê lawaz bike, em ê nêzîk wê ji milet re vegerînin.
Mixabin ev Artêş îro bûye giraw li bal kombendek rêkxistî ji Çeteyên milîperest yên ko ji derveyî sînor hatine, û serkirdayetiya evan Çeteyan ew ên ko navê wan dikin Pisporên Îranî yên ji berjewendiya Îranê re kar dikin, ew in yên bûne serkirdayetiyên Artêşa Sûrî ya talanbûyî û ew in yên fermanan didin , û Efserên Artêşa Sûrî bi fermana Efserên biyanî û hêzên ji derveyî Sûriyê dimeşin, ew biyanî bûne girêkeke penceşêra leşkerî emê hewl bidin ko di zûtirîn dem de wê jêbikin, da em tiştê mayî ji kevalê Leşkerî yê Artêşa Sûrî rizgar bikin”.
Elbehre di debirîneke taybet ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî re got: “Nuha em di wê baweriya tekûz de ne ko Artêşa Sûrî bi hezaran yên ko dixwazin tev lî Şoreşa azadî û wekheviyê bibin hemêz dike, Şoreşa dad û rûmetê, rûmeta hevwelatiyên Sûrî di hundirê Artêşeke bê Tawankar û bê keysbaz û bê gendelên kursîperest yên ko leşker ji xwe re kirine xulam di çandingeh û serayên xwe de.
Ji ber evan kiryaran di vê qonaxê de em bi xurtî kar dikin da em derfetê bidin Efser û Efser-rêzan û Leşkerên Artêşa Sûrî yên Cudabûyî ji bo bi rola xwe ya pêşeng rabin di daraştina projeyê çaksaziya Artêşa Sûrî û amadekirina wê da Artêş ew Artêşa Niştimanî be ya ko karibe hemû hêzên leşkerî sûrî himêz bike, û serweriya Niştimanî vegerîne, ya ko Elesed û zilamên xwe ew dane destê hêzên tundrew û milîperest û li bal yên ne Sûrî ne, da kursiya xwe ya bi xwîna bêgunehan xemilandiye biparêze.
Herweha bê pişguhkirina tu kesan, yên ko xwedî şiyanên pisporiya leşkerî ne, yên ko giring e sûde ji wan bête girtin û bêne danîn di çarçove û rêka dirust ji karê leşkerî û neleşkerî re jî. di navbera kesên di Artêşa Niştimanî de dê tu cudahî tune bin ji bilî cudaya şiyan û çakariyê, Artêşa me ya hatiye talankirin ji ew kesên birûmet yên kuştina birayên xwe li Welat nepejirandin, û tawankarî dermafê wan red kirin, ew ên ko têgihiştine ko erkê Artêşê parastina sînorê Welat e û rizgarkirina xakê ye û parastina hevwelatî û rûmeta wî ye.
Elbehre Hêzên Elesed û rêkxistinên tundrew û tirorist yên xwîna Sûriyan vexwarine weha nîşan kirin : ew Tifingên bêrûmet û bê bawerî û bê naveroka mirovî ne, Esed û hevalbendên wî ewan kirê dikin da pîlanên xwe yên siyasî pêk bînin, dûr ji viyana miletê ko dixwaze dewleta azadî û yasayê ava bike.
Ew tifing ên ko ji rûmeta niştimanî vala ne, ew encamên sergiraniya navnetewî ye, di rawestandina evê bahoza tirorist de, ya ko dîktatoran ew berdan kulîlkên buhara Erebî, eger dewletên cihanê berpirsiyariyên xwe ji destpêkê ve hilgirtana, û di rûyê kuştarên ko Esed pê radibe birawestiyana, nuha wê darên azadiyê ber bigirtana bê hewcedariya ev qas qurbanî ji xweîn û rewanên sivîlan.
Elbehra di dawiya gotina xwe de damezirênerê Artêşa Azad Muqedem Hisên Elhermûş bibîranî û got: Em Hisên Hermûş ji bîr nakin eger dîl an şehîd be, û em şehîd Bavê Elfurat û yên din jî jibîr nakin û em tekez dikin ko bi hezaran Efser û leşker hene li benda derfeta guncayî ne ko tevlî rêza Efserên azad bibin û sûnd ji miletê xwe re bidin ko wê sînorê welat û azadî û rûmeta hevwelatiyan biparêzin û xakên bindest rizgar bikin.
Jêder: Hevbendî