Nûra Elemîr cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî destdanîna Artêşa Azad li ser Til Elhara li bajarê Deraa bi “Pêngaveke stratîcî ye ewê bi Sedhezaran ji Xelkên Qunêtira û Deraa û Herêma Xûta Rojava rizgar bike. Hêzên Esed ew Girê stratîcî ji xwe re kiribû cîgehekî leşkerî û navendeke bombebarandinê û Xelkên li derdora Elhare amanc dikirin, çimkî ew li Herêmê cihê herî bilind bû.”
Herweha Elemîr got: “Girtina Elhara guherîneke balkêş di nexşeya leşkerî ya nû Şoreşa Sûriyê pêk anî.
Û ev serketina dîrokî, wê cugrafiya leşkerî ya tevgera Alayan biguhere, ew yên ko pir li cîgehên Esed li Paytextê nêzîk bûne.
Standina Elhare anko parastina pişta Xûta Rojava ya ko wek dergehê herî metirsîdar e ji derbasbûna Şoreşê li Şamê.
Pêşveçûna Artêşa Azad li Elhara derbeke leşkerî ya giran ji hêzên Esed re bû, wê hêza Alayan li ser xakê pir xurt bike. Û ji aliyekî din ve wê rêbendên cugrafî di navbera alayên Artêşa Azad de rake û bi taybetî yên li dora Eltel û yên ko bi hev ve girêdayî ne heta bi Şamê.”
Herweha di şer de bi Dehan leşkerên Esed kuştî û birîndar ketin û bêtir ji Dehan dîl hatin girtin û gelek alavên giran û rext û çek yên ko li Tel bûn bidest xistin.
Û hem jî hêzên Esed ji Elhare û Tel Cidêr hatin berdan û Artêşa Azad avahiya Ewlekariya leşkerî li Başûrê Elhare wêran kir û Serokê Şaxê jî tê de kuşt.
Jêder: Hevbendî