Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Enes Ele’bide, ligel rawêjkara Yekîtiya Ewropî ya karubarên derve Lara Sikarbîtiya kom bû, û pê re rewşa bobilat ya bajarê Helebê gengeşe kir, û herwiha rola Yekîtiya Ewropî di rawestandina bombebarankirinê û koçbarkirina xelkê bi awayekî neçarî, û rakirina dorpêçkirinê ji ser navçeyan û piştgiriya bernameyên hikûmeta demkî gengeşe kir.
Herdu aliyan destpêşxeriya hatî pêşkêşkirin ji NY re, ji aliyê Yekîtiya Ewropî ji bo rawestandina bombebarankirinê û derbaskirina alîkariyên mirivî bo bajarê Helebê û navçeyên din yên dorpêçkirî gengeşe kirin.
Hêjayê gotinê ye ku îro roja çarşemê, Sikarbîtiya du hevdîtinên cuda ligel heryek Ebdulhekîm Bişar cîgirê Hevbendiya Niştimanî û sikirtêrê desteya siyasî Riyad Elhesen re encam dan.
Sikarbîtiya ji aliyê xwe ve, sipasiya helwesta Hevbendiya niştimanî ya piştgir ji destpêşxeriyê re kir, herwiha di hevdîtinê de bal hat kişandin li ser asoyên piroseya siyasî di baredoxên zehmet yên niha têre derbas dibin.
Di civînê de bernameya Yekîtiya Ewropî ya bi çavdêriya hevpeyvîna Sûrî Sûrî û vekirina rêbazgehên nû ji bona tevlîkirina sercem hêzên siyasî û civakî û olî yên di Sûriyê de, di heman hevpeyvîn û diyalogê de hat gengeşekirin.
Riyad Elhesen got ku “giringiya vê diyalogê tê ji bo parastina tevna civakî û aştiya navxweyî di Sûriyê de, herwiha ji bo bîranîna dîroka pêkvejiyana hevbeş, û ji bo rê bêne girtin li ber bikaranîna vê firerengiyê bo çêkirina nakokiyan û redkirina binemayên jiyana hevbeş”.
Jêder: Hevbendî