Serokê Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî Xalid Alsalih got:” Teqîna ko li Bazareke bajarokê Atma yê nêzîkî sînorê Tirkiyê çê bû, karekî newêrekî û tiroristî ye, di encamê de 40 şehîd ketin, jin û zarok di nav wan de hebûn û bi dehan jî birîndar ketin”.
Salih got:”ev teqîn yeke ji zincîrek teqînên mîna wê ye ku li bajarokê Atma û deverin din jî ji Sûrya çêbûne,tev jî dikevin bercewndiya rijêma Elesed de,û pencemuhra li ser, ya rêxistinên dijî hêvî û armancên gelê sûrî ne, di destxistina azadî û rûmet û dadmendiyê,ev heyfhilanîna Elesed ji sivîlan bersiv e ji serkeftinên artêşa azad re li gelek deverên sûryê”
Endamê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Xalid Alelî pêşveçûna xuyanî:”Ya Artêşa Azad li gelek Herêman li Sûriyê, nameyek e ji Civaka Navnetewî re dibêje: Em li ber dilovaniya biryara we ya Siyasî namînin, û têkçûna we di rawestandina çekên Kîmyawî û Bermîlên Alesed, nayê ewê wateyê ko emê xwe radestî ketwara Navnetewî bikin, ya ko heta nuha siyaseta wan çavjêgirtin e ji kuştarên ko Rêjîma Alesed di dermafê Sivîlan de dike”.
Alelî dewam kir û got: Me li hemû dergehên siyasî da ji bo xwîn nerije, lê Beşar sere xwe hişk kir xwe paye û mezin dît, û sûr ma li ser ko miletê Sûrî bike ardû ji bo misogirkirina amancên Iranê yên siyasî, ji bo ko li ser Desthilatdariyê bimîne, ji wilo bêtir jî Çeteyên Îranî û Hizbullah yên tirorist anîn şer piştî ko hemû leşkeriyên artşa Sûrî ji dora wî dûr ketin.
Herweha Alelî di dîdara Nivîsgeha Ragihandinî ya Hevbendiyê digel kir got: Hevgirêdana operasyonên leşkerî di bin siya yek serokatiyê de, li Gundên Hema yên Bakur û Rojava û herweha hevrêziya leşkerî di asteke bilind de li Qelemon, ew guherîna bingehîn bû di serketina Artêşa Azad li ser hêzên Alesed û Çeteyên Hizbullah û Îran li herêmê,û wê hişt artêşa azad bi serkeve di wan operasyonên mezin yên rijêmê ku hewldidan navendên xwe yên li Wadî Eldêf û Xan Şêxon têr û geş bikin.
Alelî nîşan kir”Ev Serkeftinên Artêşa Azad, encama hevrêziya bilind di hundirê alayên leşkerî de ye, û tekez dike ko Rêjîma Alesed qelstir e ji texmînên herkesî, û wê bi hêsanî bikeve , eger em sîstemeke leşkerî û siyasî xurt û hevgirtî ava bikin. ”
Ev rêkxistin û serkeftinên Artêşa Azad dihêlin ko em bêtir baweriyê bi nêzîkbûna rûxandina Elesed û çetayên wî bînin, û ew jî nabe eger hevkariya me tunebe ji bo em amancên Şoreşê misoger bikin, hingê rûxandina wî wê encameke xwezayî ji tevgera gelêrî û leşkerî ya rêxistî re be,ew guhertin dê pir nêzîk be eger durvê nexşeya leşkerî li Sûriyê bête guhertin”.
Alelî gotina xwe wiha bidawî kir ”Pêdivî ye, ko Daîş û hemû Rêkxistinên tirorist ko Rêjîmê ew çê kirine bizanibin ko Milet beraberiya mezintirîn dîktatoriyet li herêmê kiriye, tu caran napejirîne ko kopiyek ji ewê Rêjîma tirorist û jirêder ji şûna Alesed hebe mîna Daîş û Xuşkên wê. Rabûna miletê Sûriyê ne tenê ji bo rûxandina Rêjîmê bû, belê ji bo avakirina Rêjîmeke dîmuqratî azad li gor giraniya Şoreşê be. ”
Jêder: Hevbendî