Eendamê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Yasir Elferhan got: “Tiştê ko Esed nikarîbû li Cinêvê, di gotûbêjên siyasî de pêk bîne,ewê niha karibe misoger bike, eger Encûmena Asayişê sûr ma li ser biryara 2170, ya dibêje ko jinavbirina tiroristiyê yekem karê qonaxa dahatî ye, lê mixabin Encûmen di destnîşankirina makderên tiroristiyê de makderên rasteqîne dûr kirine”.
– Ferhan got: “Danîna navê Daiş û hin Rêkxistinên din di biryarê de û bê ko navê Rêjîma Elesed û Hizbullaha tirorist tê de be, tiştekî nayê pejirandin, û li şûna ko çareser bikin arîşeyê weke wê dihêlin.
– Salxidana Rober Ford Balyozê Emerîkî yê berê û yê bi pisporiya xwe naskirî ye îro bi hûrbînî rastî got: Alîkariya Rêjîma Esed ya lawaz da cihê xwe xweş bike ne çare ye, çimkî ew nuha nikare Daişê têk bibe, çimkî ew berpirsiyar e di çêkirin û anîna rojane bidehên tundrewan, tê wateya ku alîkariya Esed wê hejmareke mezintir tundrewan bîne.”
-Herweha Endamê Hevbendiyê di axaftineke taybet de bi Nivîsgeha Ragihandina Hevbendiyê re got:”Derbeyên leşkerî li Daişê pirsgirêkê çareser nake, çimkî tiroristî di mana Edes de ye, gerek e derbeyên Emerîkî pêşî li Rêjîma Esed bin û li cîgehên ko ji wan li Sivîlan didin.”
Ferhan wisa gotina xwe bidawî kir: “Gerek e yekser piştgiriya Artêşa Sûrî ya Azad bibe. Ya ko ji destpêkê de şer bi Rêjîmê û kombendên Tirorist re kiriye”.
Herweha Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Mihemed Qeddah doz li Encûmena Asayişa Navnetewî kir “Giring e ko biryara Encûmena Asayişê hejmara 2170ê serast bibe û navê Elesed û Çeteyên Hizbullah lê zêde bikin û wan ji Rêkxistinên tirorist yên gefan li Herêma Rojhilata Erebî dikin bihejimêrin. ” got ko : “Bi vê gavê tenê Civaka Navnetewî dide ser rêka rast ji hêla şer û beraberiya tiroristiya rêkxistî li herêmê”.
Elqeddah axaftina Berdevka wezareta karûbarê derve ya Emerîkî ya ko gotibû: “Gava mijar bi berjewendiyên me ve girêdayî be em li benda Elesed namînin ko rê bide me an nede, emê li cîgehên rêkxistina Daiş bidin.” Elqeddah lê vegerand: “Arîşe ne di bombebarana Herêmên Sûriyê de ye eger Esed bêje erê an na, lê di biryara Bombebarankirinê de ye ya ko Esed jê awarte ye.
Û me şerê Daiş û Elesed ji destpêkê de kiriye, û ne wek Emerîka ji bo berjewendiyên xwe, lê em li şûna cîhanê tevî beraberiya tiroristiyê dikin, bê ko em li hêviya biryarên Navnetewî bimînin.
Berê jî me hişyarî da liser tiroristiyê ya ku wek hovê berdayî ye û Eesed bi xwe ew çê kiriye û di bin sîbera bêdengiya Navnetewî, û tu caran şer pê re nabe eger Rêjîma Elesed neyê rûxandin.
Mixabin û piştî dewletên cîhanê û di serî de Emerîka biryar dan ko tevli
Artêşa Azad bibin di şerê Daişê de, ji miletê Sûrî re cihê matmayînê bû ko Rêjîma Elesed ji biryarê awarte kirine.
Jêder: Hevbendî