Serokê şanda gelê Sûriyê di danustandinên Jinêv de, Ese’d Elzih’bî, û herwiha Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, rêjîma Esed bi teqînên duhî li herdu bajarên Ceblê û Tertûs gunehbar kir.
Elzih’bî got ku ev teqîn hatin, ji bona tekezkirina niyazên rêjîmê di astengîkirina danustandinan de, û jinavbirina her çareseriyeke siyasî ya wê bibe hokarê yekîtiya xelkê Sûriyê û bidawîkirina kuştinê di derheqê wî de”.
Elzih’bî amaje bi wê yekê ku hêzên rêjîmê “berê jî bi wek van teqînan rabûne ji bo gurkirina pêkhateyên gelê Sûriyê li dijî hev, û cext kir ku rêjîm û aliyên piştgirên wê bi kospkirina danustandinan radibin, û belge li ser vê yekê ew e ku Rûsiya piştî teqînan îro daxwaza berdewamkirina danustandanan kir”.
Herwiha Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê jî, ji aliyê xwe ve hemû êrîşên li navçeyên Sûriyê dibin û bi taybetî teqînên li herdu bajarên Ceblê û Tertûs şermezar kirin û ew bi ” kiryarên terorîst yên armanckirina sivîlan” binav kirin.
Herwiha Hevbendiyê di daxuyaniyekê de berpirsyaretiya rêjîma Esed bi awayekî yekser û ne yekser di ber hemû kiryarên terorîstî yên armanckirina sivîlên Sûriyê de tekez kir.
Di daxuyaniyê de hat ku “rêjîma Esed bimebest û bi pilan, piştgiriya terora rêxistina DAÎŞ dike û rê vekir li pêş berbelavbûna wê, û ew bi xwe tawanbar e bi rêvebirina terora dewletê li dijî xelkê Sûriyê”.
Hevbendiyê bal kişand ku teqînan bi tewşî sivîl armanc kirin, û amaje kir ku ev yek fotokobiyeke ji tawanên şer yên rojane rêjîm di derheq xelkê Sûriyê de li tevahiya welêt pêk tîne, bi hemû coreyên çekan, û tevî kuştina girtiyan di girtîgehan de.
Hevbendiyê diyar kir ku ev kiryarên terorîstî gotinên rêjîmê bi parastina pêkhateyên gelê Sûriyê bi derew dertîne, herwiha dide xuyakirin ku heta nikare parastina navçeyên di kontrola xwe de bike. Ku duhî bi dehan kuştî û birîndar ketin ji encamê teqînin Ceblê û Tertûs, digel nûçeyên ciyawaz li ser berpirsyara encamdana van teqînan, di dema ku rêxistina DAÎŞ ya terorîst berpirsyaretiya van teqînan girtiye xwe.
Jêder: Hevbendî + Smart