• Armancên Hevbendiyê
  • Hêmanên Hevbendiyê

Monday, 8 August , 2022
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendî Û Desteya Hemahengiyê Pêkanîna Mîkanîzmekê Pêşinyar Dikin Ku Dewletên “5+1” Têde Bin Ji Bo Şikandina Destdanîna Waşinton Û Mosko

June 16, 2016
in Nûçeyên Hevbendiyê
Hevbendî Û Desteya Hemahengiyê Pêkanîna Mîkanîzmekê Pêşinyar Dikin Ku Dewletên “5+1” Têde Bin Ji Bo Şikandina Destdanîna Waşinton Û Mosko

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Enes Ele’bide, duristkirina mîkanizmekê pêşniyar kir ku ji Amerîka û Rûsiya û Çîn û Birêtaniya û Firensa û Almaniya pêk bê, ji bona dîtina çareseriyeke siyasî ji Sûriyê re, û amaje kir ku destdanîna Amerîka û Rûsiya li ser biryarê bê encam bû.

Ev pêşniyar duhî roja çarşemê di kongirekî rojnamevanî de hat, yekser di dema lidarxistina çaremîn civîna şêwirdariyê, digel Hesen Ebdle’zîm serokê Desteya Hemahengiya Niştimanî bi çavdêriya Yekîtiya Ewropa li Biroksilê.

Ele’bide bal kişand ku ew li benda bersiva Ewropa ne, li ser pêşniyara navborî, û ligor gotina wî, ew mîkanîzm “wê nehêle Amerîka û Rûsiya bi tena xwe destê xwe danin li ser çareseriyê li Sûriyê”.

Dîsa bal kişand ku wezîrên derve yên dewletên Yekîtiya Ewropa, “bi wê yekê bawer in ku niha pêwîste bi rolek bibandor rabin di fayîlê Sûriyê de”, û got “ku rewşa Sûriyê bandor li hemû dewletên Ewropa kir, ji ber wek tê zanîn aramiya rojhilata navîn girêdayî ye bi aramiya Sûriyê ve”.

Ele’bide daxwaz ji Yekîtiya Ewropa kir ku bi rolek mezintir rabe ji bo pêşvebirina pêvajoya siyasî bi armanca pêkanîna veguhestina siyasî li welat, bal kişand ku yekîtiya Ewropî li Sûriyê tenê alîkariyên mirovî dike”.

Serokê Hevbendiya Niştimanî diyar kir ku di destpêka heyva remezanê de, 513 sivîl li Sûriyê hatine kuştin, 57 ji wan jin bûn bi rêjeya 60% û yên din zarok bûn, herwiha 14 avahiyên kar hatine wêrankirin ku ji nexweşxane û nanpêjgehan pêk dihatin, û navçeyên dorpêçkirî jî zêde bûn û bûn 50, hevdem ku dorpêçkirin li ser yek navçeyê nehatiye rakirin û hîç girtiyek nehatiye berdan.

Ele’bide got: ” em li vir kom bûne ji bo parastina pêvajoya siyasî, û rêjîm hewl dide bi rêka nepêgiriya xwe bi biryarên Jinêv3 vê piroseyê têk bibe. Hewl dide danustandinan têk bibe û em hewl didin piroseya siyasî bi rêka vê civînê biparêzin”.

Herwiha tekez kir ku rêkeftin li ser hin mîkanîzmên diyar hatine kirin, ji bona piştgiriya desteya bilind ya danustandinan û gihiştina çareseriyek dadmend û veguhestina siyasî, ku bi xwe ew armancek serekî ya gelê Sûriyê ye her ji destpêka şoreşê ji berî bêhtir ji pênc salan ve.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Desteya Hemahengiya Niştimanî, di kongirê rojnamevanî yê hevbeş de got ku “îro bûye erk li ser mile me ku em bizavên hevbeş di navbera Desteyê û Hevbendiyê de timam bikin, ji bona yekxistina bizavên Opozisyonê, di dema ku hemû bizavên navdewletî yên ji bona dîtina çareseriyekê ji kirîza Sûriyê re têk diçin, û ew têkşikestin bûne sedemên koçberî û belavbûna miletê Sûriyê û gefên parçebûnê”.

Ebdule’zîm got ku “di civînê de bingehên yekxistina hemû aliyên opozisyona Sûriyê û yekalîkirina lênêrîna wê hat danîn di çarçovê pirojeyê niştimanî de, ku têde yekîtî û serxwebûna Sûriyê misoger bibe wek bingehekê ji serxistina piroseya siyasî re”.

Têzanîn ku Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê û Desteya Hemahengiya Niştimanî ya hêzên guhertina demokratîk li heyamê sê rojan her ji duşema bûrî ve civîneke hevbeş li Biriksolê bi amadebûna sikirtêrê giştî yê têkiliyên derve yê Yekîtiya Ewropa “Alan Lê Royî” li der xist, ku têde amadebûyan bal kişandin li ser giringiya çareseriya siyasî û pirkirina bizavan ji bona çareseriyek siyasî ya dadmend bi awayê ku têde daxwazên gelê Sûriyê bêne dabînkirin.

Jêder: Hevbendî + Anadol

 

ShareTweetSend

Posts Related

Derbarê Dijminkariya Îsraîla Dagirker li Ser Gezeyê

August 7, 2022
Rehmê: Dana Rêjîma Esed Welatîbûna Sûriyê ji Milîsên Îranî re Ne Yasayî ye û Destdirêjiya Îranê li Sûriyê Hewcedarî Roleke Erebî ye bo Rûbirûbûna wê
Nûçeyên Hevbendiyê

Rehmê: Dana Rêjîma Esed Welatîbûna Sûriyê ji Milîsên Îranî re Ne Yasayî ye û Destdirêjiya Îranê li Sûriyê Hewcedarî Roleke Erebî ye bo Rûbirûbûna wê

August 6, 2022
Load More

Nûçeya Îro

No Result
View All Result

Me Bişopîne

  • 608.2k Fan
  • 115.3k Follower
  • 13.1k Subscriber
  • 6.1k Follower
  • 7 Follower

Tevlî me bibe

[]
1 Step 1

Bi tevlîbûna lîsteya me ya berîdê, tê giringtirîn nûçe û bûyerên Sûriyê bibîne.

Tevaya agahiyan dagire da tu nûyên me bibîne.

keyboard_arrow_leftPrevious
Nextkeyboard_arrow_right
FormCraft - WordPress form builder

Nûçeyên Hevbendiyê

Derbarê Dijminkariya Îsraîla Dagirker li Ser Gezeyê

Rehmê: Dana Rêjîma Esed Welatîbûna Sûriyê ji Milîsên Îranî re Ne Yasayî ye û Destdirêjiya Îranê li Sûriyê Hewcedarî Roleke Erebî ye bo Rûbirûbûna wê

Hevbendiya Niştimanî Peyamekê ji Urdinê re ji bo Alîkariya Nişteciyên Kampa Elrukban Dişîne

Hevbendiya Niştimanî Daxwaza Tevgereke Lezgîn ji Emerîka Dike ji bo Rizgarkirina Nişteciyên Kampa Elrukban

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

Copyright (c) National Coalition of Syrian Revolution and Opposition Forces All rights reserved.