Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Enes Elebde, daxwaz ji hemû Sûriyan kir ko bi avakirina dewleta dad û wekheviyê ya ko dikare mafê hemû takekes û komekan biparêze pabend bin.
Ev axaftin di vegotina wî de ya di simînerekê de hat, ku vexwendina wê ji aliyê Hevbendiya Niştimanî û Encûmena Niştimanî Kurdî îro Şembiyê li Istanbulê di bîranîna kuştara Kobanî de hatibû kirin.
Elebde di gotina xwe de got: “ji ber ku stem û zordariyê miletê Sûrî kirin yek, divê azadî jî me bike yek. ”
Elebde bal kêşand ser ku jêderên tundrewiyê li Sûriyê vedigerin destpêka partiya Ba’is di salên 1970 de dema desthilat ket destê wê.
Serokê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser aktîvkirina belgeha lihevkirinê ya navbera Encûmena Niştimanî Kurdî û Hevbendiya Niştimanî de hatiye imzekirin kir.
Her wiha Serokê Encûmena Niştimanî Kurdî Birahîm Biro got ku divê li vê bûyerê neyê nerîn wek bûyereke derbasbûyî û bûrî, û dawaza diyarkirina hûrgiliyên bûyerê ji Partiya Yekîtiya Dîmuqrat kir.
Biro destnîşan kir ko giring e em digel niştecihên bajêr û dezgehên mafnasiyê yên xwecihî û yên navdewletî û rêkxistinên mafê mirovan kar bikin, da ev tawankarî diyar bibe û yên ko destê wan têde heye eşkere bibin.
Û doz kir ko tiştê çêbûye ji xelkê re diyar bibe, da kesên bêguneh li cihên din yên Sûriyê bi destê evan tawankaran nebin qurbanî, çimkî yê hişmend sûdeyê ji ezmûneya xeynî xwe digire.
Jêder: Hevbendî