Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî îro Sêşembê digel şandeya Encûmena Niştimanî Kurdî de hevdîtin kir. Her du aliyan tekez kir ko ewê Şoreşê berdewam bikin heta Rêjîma zordar birûxînin û daxwazên Gelê Sûriyê yên azadî û rûmetê pêk bînin.
Her du aliyan xweşhaliya xwe bi bizava Navdewletî da xuyakirin, ji bo çareseriyeke siyasî ji rewşa Sûriyê re bibînin ku têde Rêjîma dîktator bête rûxandin û Welat ber bi dewleteke dîmuqratî ve biçe.
Her wiha her du aliyan li ser yekîtiya xaka Sûriyê û Gelê Sûrî tekez kirin. Her wiha hemû cûreyên tundûtûjî û tundrewî û tiroristiyê û di serî de ya Rêkxistina Daişê red kirin.
Hevdîtinê gotûbêj li ser hevrêzkarî û hevkariya zêdetir di navbera her du aliyan de û rola giring û bingehîn ya ko firakisyona Kurdî di karê siyasî yê di hundirê Hevbendiyê de kirin. Her wiha bicihanîna bendên rêkeftina imzekirî di navbera Hevbendiyê û Encûmena Niştimanî Kurdî de hatin goftûgokirin, her wiha pêdiviya pênasîna bi kêşeya Kurdî li ser asta bijarteyan û gelêrî û ewê bimîne kêşeyek niştimanî Sûrî.
Rêkekeftin li ser berdewamiya hevdîtin û şêwirdariyan û danîna mîkanîzmine bikêrhatî ji bo bihêztirkirina têkliya navbera Encûmena Niştimanî Kurdî û Hevbendiyê hat kirin.
Jêder: Hevbendî