Encamên vekolîna Nivîsîngeha ferdal a Amerîka rastiya wêneyên ji damudezgehên hewalgeriya rêjîma Esed hatine belavkirin dupat kir, ew wêneyên ku şehîdbûna girtiyên siyasî yên Sûrî di bin eşkence û lêdanê de diyar dikin.
Wan lêkolînên bi dirêjahiya salekê domiyan, dan xuyakirin ku ew wêne rast in, û ew belgeyeke bihêz ya nû pêşkêş dike li ser binpêkirina rêjîma Esed bi berfirehî ji mafên mirovan re û pêkanîna tawanên şer û yên dijî mirovan.
Herwiha raporta encamên vekolîna Nivîsîngeha ferdal ya Amerîka yên hatin encamdan li ser daxwaza Wezareta derve, diyar kir ku hîç pêlîstin bi wan wêneyan nehatiye kirin, û herwiha ew wêne kes û rûdanên rasteqîne yên ku berî du salan ji girtîgehên rêjîmê bi rêka efserê cudabûyî “Qeyser” derketin didin diyarkirin.
Hêjayî gotinê ye ku Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyeka xwe de tekez kiribû ku “Rêjîma Esed di qirkirina gelê Sûriyê de hemû tawanên terorîst û çekên berdest bikar anine, û herwiha bikaranîna eşkenc û azardanê li dijî azadîxwazan di girigehan de, û raporta şahidhal “Qeyser” ya ku bi wêneyan kuştina 11 hezar girtî dîkomînt kirî di girtîgehan de, baştirîn belge ye ku rêjîma Esed di terorîstiyê de yê yekemîn e”.
Herwiha Hevbendiya Niştimanî daxwaz kiribû ji Cavaka Navdewletî û ji Rêxistinên mafên mirov ji bona “danîna sînorekî ji tawanên Esed û çeteyên wî re di derheq girtiyên Sûrî re”, û dîsa Hevbendiyê diyar kiribû ku “neavêtina pêngavên bilez ji aliyê Civaka Navdewletî li hember rêjîma Esed û damudezgehên wî yên ewlekarî, bi xwe dibe pişkdarî di tawankariyê de û karekî nepesindkirî ye û bênirxkirina jiyana gel û miletan e”.
Jêder:Hevbendî