Endamê Encûmana niştimanî ya Kurd Bozan Mistefa ji malpera mere ragihand ku”piraniya miletê Kobanê dibînin ku rêveberiya Pratiya Yekîtiya Demuqrat (PYD) nikare bi tena xwe parastina herêmên kurdî li Sûrî bike bi taybet piştî komelkujiya 25 Hezêrana bûrî ya ku Daişê li dijî xelkên Kobanê pêk anî “
Derbarê vegera pêşmergeyên kurdên Sûrî yên ku li Herêma Kurdistanê rahînan kirine, Mistefa got “pêwîst e ku di vê qonaxê de ew pêşmerge vegerin û li gel hêzên din parastina xaka xwe bikin, her wiha vegera wan wê baweriyê di nav milet de vegerîne û dibe ku ev koçberiya zêde bisekine”.
Li ser rewşa siyasî Mistefa bal kişand ser pêwîstiya qonaxê bi lihevkirineke siyasî û got ” divête ku hêzên siyasî yên kurd bi rengekî hevbeş û nû kar bikin û rêkeftina Dihokê aktîv bibe û hêzeke leşkerî kurdî hevbeş bê damezirandin”
Mistefa hişyarî da ku eger PYD di siyaseta xwe ya tek alî de berdewam be wê deverên kurdî ji nişteciyên kurd vala bibe.
Jêder : Hevbendî