Hevbendiya Niştimanî Sûrî bi hevkariya Rêkxistinên civaka sivîl û Perlemanterên Ewropî pêşengeheke wêneyan li paytexta Belcîka li Biroksilê li bargehê Yekîtiya Ewropî pêk anî.
Wêne eşkenceya Rêjîma Esed ji girtiyan re diyar dike. Wêne di rêka Efserekî Sûrî yê yê cudabûyî yê bi navê “Qeyser ” derketine.
Pêşengeh roja duşemba buhirî dest pê kir heta roja pênşembê dê bimîne. wêneyên ko ji nexweşxana 601 û ya 607 yên leşkerî yên li Mezê li Şamê hatine. Rêjîmê ew wek zindanan, ji bo eşkencekirin û lêdana girtiyan bikar tanîn. Wêneyan ew eşkenceya ko endamên Rêjîmê bi serê girtiyan de tanîn diyar dikin.
Endamê Hevbendiyê Miwefeq Nîrebiyê xweşhaliya xwe bi pêşwaziya Yekîtiya Ewropî bi mêvandariya wê ji pêşengeha wêneyan re da xuyakirin. Û derfetdana belavkirina pêzanîn û belgehên kiryarên Esed bi piştgiriya komîta peyketina rastiyê ya bi ser Netewên Yekbûyî ve hem diyarkirina tawankariyên li dijî mirovantiyê yên ko bi destê Rêjîma Esed û Çeteyên pêve girêdayî ko di derheqê girtiyan de kirine.
Neyrebiyê bêtir got tu caran aştiya tekûz li Sûriyê pêk nayê eger dadî tune be. Mixabiniya xwe da ko heta nuha tawankarên ev kiryar kirine hêj siza nebûne, tev ko belgehên diyar hene, û ew bûye çanda nesizakirinê lewra tundî li Sûriyê gûr bûye.
Neyrebiyê doz li civaka navdewletî kir ko tawankar bêne sizakirin ji hêla dabînkirina mafê mirovan ji bo hemû Sûriyan, û hem navên hemû tawankaran bêne belavkirin, û bombebarana neyasayî ya li ser taxên niştecihan bi bermîlên teqîner û çekên kîmawî bête rawestandin.
Hem fişarê bidin ser Rêjîma Esed da di cih de eşkencekirina girtiyan li hindirê zindanan birawestîne.
Jêder: Hevbendî