Hevbendiya Niştimanî wek nûnerê gelê Sûriyê di lotkeya sêzdehan de ya rêxistina hevkariya Îslamî ya ku îro roja pêncşemê dest bi karubarê xwe bike beşdar dibe, û ev vexwebdin ji bona Hevbendiyê hat ji aliyê Tirkiyê ya ku mihvandariya lotkeya niha dike dibin navê “Yekgirtin Û Hevkarî Ji Bona Dad Û Aştiyê”.
şanda beşdar ji heryek ji Enes Ele’bide serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê û ji sikirtêrê desteya siyasî Riyad Elhesen û serokê komîta zagonsaziya Hevbendiyê Heysem Elmalih pêk tê, herweha wê Riyad Hicab rêxerê giştî yê Desteya Bilind Ya Danustandinan jî beşdar bibe.
Hêjayî gotinê ye ku gelek hevdîtin di perawêzê lotkeyê de bên pêkanîn di navbera şanda Hevbendiyê û çendîn wezîrên derve yên dewletên beşdar de.
Jêder: Hevbendî