Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî berdewamiya binpêkirinan ji hêla hêzên Îsraîla dagirker ve dermafê birayên me yên filestînî şermezar kir, û ya herî dawî êrîşa hêzên dagirker li ser Elmescid Eleqsa ya pîroz û dijminkariya dijî nimêjkaran û pêkanîna binpêkirinên metirsêdar ên ku cihê tevdana hestê bimilyonên muslimanan li seranserê cîhanê ye, û binpêkirin e ji yasa û biryarên navdewletî re.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de îro got ku dubarekirina reftarên hêzên dagirker li Filestînê, nemaze dijî pîroziyên olî, bizavên aştiyê têk dibe, û ev kiryar dijberî pirensîp û yasayên navdewletî ye, û dihêle ku hîn tundûtûjî zêdetir bibe.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de got ku erkê civaka navdewletî ye ku bilive ji bo mafê gelê Filestînî garantî bike, û tundûtûjiyê rawestîne.
Û Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku hemû tundûtûjî û serkutkirin û tawan, rewayê nadin dagirker, û Hevbendî piştgiriya xwe ya tam ji mafên rewa yên gelê filestînî yê bira re û bidawîkirina dagirkeriyê û damezrandina dewleteke Filestînî ya serbixwe, ya paytexta wê Qudis be, tîne ziman.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî