Hevbendiya Niştimanî di yanzdehemîn salvegera komkujiya Elholê de, tekez kir ku ew yek ji hovanetirîn tawanên cengê ye, ku têde 107 welatî şehîd bûn, 49 zarok û 32 jin di nav wan de hebûn, û ew bûyer li deşta Elholê li gundewarê Humsê sala 2012an hevdemî hebûna çavdêrên navdewletî yên li Sûriyê pêk hat, û wan wê demê binaxkirina qurbaniyên komkujiyê bi çavên xwe dîtin.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe ya derbarê yazdehemîn salvegera komkujiya Elholê de got ku hêzên Esed ew dever 14 katijimêran bi awayekî berdewam topbaran kirin, piştre bi çekdarên mezhebperest û hêzên ewlekarî “şebîhe” re derbasî nav malên sivîlan bûn, û dest bi darvekirinên meydanî kirin, di riya kelepçekirina destên zarokan û komkirina jin û mêran re, û piştre ew bi singo û kêran serjêkirin, û piştî ku dihatin serjêkirin ew gulebaran dikirin, li gorî dîdevaniya yên rizgarbûyî û raporên rêxistinên mafên mirovan.
Û daxwiyaniya Hevbendiya Niştimanî got ku Komkujiya Elholê ya bi êş, tenê yek ji wan bisedên tawanên cengê ye, yên ku ji aliyê vê rijêma hov ve li dijî gelê Sûriyê hatine kirin, û ne ji mafê cîhanê ye ku dosya berfireh ji tawanên bi vî rengî ji bîr bike, û guh nede trajediya gelê ku herî zêde qurbanî ji bo azadî, dadwerî û jiyaneke birûmet dane.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de ji civaka navdewletî xwest ku riya rizgarbûna ji sizakirinê nede rijêma Esed ya tawankar, û nehêle têkilî pê re vegerin, û tekezî li ser pêwîstiya avêtina gavên kartêker li gorî pilaneke demnîşakirî ji bo dadpirsîna rijêma Esed li ser tawanên wê, her weha pêkanîna veguhestineke siyasî li Sûriyê li gorî biryarên navdewletî, nemaze biryara 2254, kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî