Serjmariyên Girûpa Kar ji bo Filestîniyên Sûriyê yên taybet bi girtiyan, diyar kir ku piştî hejmara girtiyên nû ket ser girtiyên berê de, niha 3075 girtiyên Filestînî di zîndanên rijêma Esed de yên ku Giropê karibû wan belge bike hene.
Û Giropa Kar got ku hejmara girtiyên Filestînî bi awayekî mezin piştî mersûma hejmar 7 ya ku serokê rijêmê Beşar Esed di sala 2022an de derxistiye, bilind bû.
Û Giropê ji xwediyên girtiyan yên ku li rêyên baştir ji bo dîtin û gihiştina girtiyên xwe digerin xwest ku navên wan tomar bikin, da ku pirosesa lêgerînê di zûtirîn dema gengaz de hêsan be, û ji kesên ku malperê dişopînin xwest ku daxwiyaniyê bi awayekî berfireh parvebikin, da bighêje xwediyên girtiyan û karibin di riya wê lînkê re navanê girtiyên xwe tevlê bikin.
Û Giropa Mafnasî daxwaza serbestberdana girtiyên Filestînî yên ku çarenivîsa wan winda ye ji rijêma Esed kir, û xwest ku lêpirsînên pêwîst çêbibin, û kesên ku destê wan di wan kiryaran de hebe û yên di ber de berpisyar in têkrvin bin dadpirsîneke rasteqîn li gorî pîvanên navdewletî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî