Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ruba Hebûş, li baregeha Hevbendiya Niştimanî bi serokê nûneratiya Yekîtiya Ewropayê bo Sûriyê Dan Stoinescu re civînek li dar xist, û pêre li ser giringiya kartêkerkirina piroseya siyasî li Sûriyê û redkirina asayîkirina têkliyan bi rijêma Esed re ji aliyê hin dewletan ve, axivî.
Û di hevdîtinê de Sekretêrê Desteya Siyasî Ebdilmejîd Berekat û endamên Desteya Siyasî Selîm Îdrîs, Zuhêr Mihemed û Ehmed Tuimê beşdar bûn, û ji aliyê Ewropî ve endamê Şanda Yekîtiya Ewropayê Boris Fantonik jî di civînê de amade bû.
Û Hebûş tekezî li ser giringiya hevdîtinên rolane û berdewamiya wan kir, bi taybet di rewşa siyasî ya vê qonaxê de, û got ku gelê Sûriyê li hêviya bizavên zêdetir e ji Yekîtiya Ewropa û Amerîkayê ji bo pêşdebirina pêvajoya siyasî, ji ber ku rewşa piştî vegerandina rijêmê bo Komkara Erebî, dibe mîna nebûna biryara 2254 û hêzên şoreş û rikberiya Sûrî.
Û Hebûş bal kişand ser pêwîstiya piştevaniya laşên siyasî yên ku proseya siyasî bi wan hatiye spartin û rola jinan tê de, û piştgiriya deverên rizgarkirî, û nehêlin prensîba biserxwevhatina zû bibe nûavakirina ku têkeve xizmeta hêz û aboriya rijêmê de, û da zanîn ku gelê Sûriyê li benda gavên pratîkî ji Yekîtiya Ewropayê li dijî asayîkirina têkliyan bi rijêmê re ye.
Û Sekreterê Desteya Siyasî û hevrêzkarê tîma sizayên Qeyser ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Ebdulmejîd Berekat, li ser pêwîstiya girankirina sizayan li ser rijêmê û alîgirên wê axivî, û di heman demê de Berekat da zanîn ku ew siza nikarin rijêmê hilweşînin yan jî reftarên wê biguherînin, ji ber ku rijêmê aboriyek din li kêleka ya dewletê ava kiriye, û bi awayekî ne yasayî hevalbendên wê piştgiriya wê dikin.
Û Hevrêzkarê Ofîsa Karûbarên Penaberan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Selîm Îdrîs, bal kişand ser tiştên ku penaberên Sûrî ji helmetên nijadperestî rastiyê tên, û bendên tund yên li ser sûriyan hatine sepandin, û girtina nexweşxane û dibistanan û îşkenceya ku girtî û binçavkirî tûşî wê dibin, û daxwaza roleke kartêker ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve ji bo rawestandina helmetên ku desthilatdarên Libnanê pê radibin, û sepandina fişaran li ser wan ji bo rawestandina şandina Sûriyan bo rijêma Esed, kir.
Ji aliyê xwe ve, Stoinescu tekezî li ser miqatebûna Yekîtiya Ewropayê li van hevdîtinan û giringiya wan kir, û got ku Yekîtiya Ewropayê li ser piştgirîkirina gelê Sûriyê li her cihê ku lê be berdewam û pabend e, û amaje kir ku Yekîtî ne bi asayîkirina têkliyan bi rijêmê re ye.
Û Stoinescu cext kir ku ti niyeta rakirina sizayan ji ser rijêma Esed tune ye, ji ber nebûna çi guhertinekê di reftarên wê de, û bal kişand ser ku helwesta Yekîtiya Ewropayê diyar e, ji ber ku dê ne nûavakirin û ne rakirina sizayan berî temamkirina çareseriya siyasî hebe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî