Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, diyar kir ku rahênankirina rijêma Esed ji hêzên bi ser Hefter ve li ser bikaranîna çekên kîmawî, tekez dike ku rijêm Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî dixapîne, û hîn ew çekên ku li ser asta navdewletî qedexekirî ne li cem wê hene, ji bo gef û terora navdewletî berdewam bike.
Û Endamê Hevbendiya Niştimanî Eymen Elasimî, got ku eger pêngavin rasteqîn ji bo sizakirina rijêma Esed û sembolên wê neyên avêtin, dê gefa bikaranîna çekên kîmawî bimîne, û bal kişand ser ku ew metirsî di hundir nexşeya Sûriyê tenê de nema, lêbelê derbasî devirin dîtir bû.
Û Elasimî tekez kir ku mana rijêma Esed di desthilatê de cihê metirsiyê ye ji gelê Sûriyê û dewletên derdorê û gelên wan re, û bal kişand ser ku veguhastina siyasî yaku di biryarên navdewletî de hatiye, take-garantî ye ji bo vegera aramiyê li sûriya û deverê, û dê aştî û aramiya navdewletî misoger bike.
Û jêderin ragihandinê diyar kiribûn ku rahênanên taybet bi bêhtir ji 30 efserên lîbî di heyvên bûrî de li navenda vekolînên zanistî li Cemraya hatine kirin, bi armanca pêşxistina şarezaya wan a çêkirina keresteyên kîmawî û bikaranîna wê şarazeyê di çekên mûşekî de.
Û çavkaniyan anî ziman ku Serokê rijêmê Beşar Esed piştî bidawîkirina rahênana efserên lîbî bi wan re civiya, û pevre gengeşe li ser ku rijêm giringiyê dide hevrêziya ewlekarî û leşkerî li gel hêzên çekdar yên Lîbiya kirin.
Û berê jî raporeke Firansî tekez kiribû ku asta operasyonên veguhastina nandozan û şandina barên keresteyên hişbir ji Şama Paytext berve bajarê Benîgazî yê lîbî yê ku di bin kontirola hêzên Lîwa Xelîfe Hefter de ye, bilind bûye.
Û rojnameya Jeuneafrique ya firansî got ku Kampaniya Ecnihet-Elşam ya ku karsazê bi ser rijêmê ve Ramî Mexlof xwdiyê wê ye, ya di lîsteya sizayên Emrîkî û Ewropî de ye, di heyva nîsana bûrî de ne kêmtir ji neh prosesên çûn û hatinên di navbera Şamê û Benîgazî de pêk anîne.
Û rojnameyê eşkere kir ku çûn û hatina dawî di 19 heyva nîsanê de bû, û di wê prosesê de şervanin Sûrî û barên keresteyên hişbir şandin Lîbiyayê, û got ku Rûsya erkê leşkerkirina nandozên Sûrî bo berjewendiya Hefter li xwe digre.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî