Hevbebendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ku leşkerkirina zarokan ji aliyê milîsên PYDe yên terorîst ve tawaneke wan a kevin û berdewam e, û binpêkirineke metirsîdar e dermafê zarokan û yasaya navdewletî ya mirovahî, û ev milîs van karan dikin ji bo xurtkirina hêzên xwe yên leşkerî û zêdekirina hejmara wan, da wan zarokan tevlî şer û operasyonên terorîstî bikin.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de îro got ku milîsên PYD yên terorîst di leşkerkirina zarokên Sûrî de û xistina wan di nav hêlên pevçûnan de berdewam in, û tiştê vê tawanê diyar dike, wêneyên kêlên li ber gorên zarokên ku milîsên PYD ew kiribûn leşker û temenê wan ji 14 ta 17 salî ye, yên ku li ser alavên ragihadinê belav bûne, her weha di kurtevîdyoyên ku vê dawiyê belav bûne û têde diyar dibe ku 11 zarokan alayên milîsên PYD hildane.
Û Hevbendiya Niştimanî cext kir ku ev milîs perçeyek ji rijêma Esed in, û heman siyaseta tawankarî ya kuştin û girtin û binçavkirin û kiryarên teroristî dimeşînin, û kiryarên dorpêçkirinê li ser xelkê me û nemaze dermafê gelê kurd li deverên di bin kontirola wan de pêk tînin.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî daxwaza hilanîna sîwanê ji ser van milîsên terorist û rawestandina piştgiriya wan û sizakirina wan li ser binpêkirinên mezin dermafê sûriyan kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî