Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bal kişand ser ku rêşûnên ku di daxwiyaniya Wezareta Derve ya Emrîka ya ku roja duşemê 24 cotmehê derketiye de hatine, û têde ragihandiye ku Amerîka berpirsin leşkerî yên rijêma Esed xistine lîsteya qedexekirinê de, pêngavek di riya durust de ye.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe ya îro de got ku pêngav di riya durust de ye lê têrê nake, û ne li gorî qebareya tawanên ku pêk hatine ye, ji ber ku daxwiyaniyê tekez kiriye ku destê perpirsên rijêmê di komkujiya kîmawî ya ku têde bêhtir ji 1400 kesî li Xotaya Şamê û taxên wê di heyva tebaxa 2013an de hatine kuştin de heye.
Û daxwiyaniya Hevbendiyê bal kişand ser ku komkujiya kîmawî li Xotaya Şamê yek ji bihezarên tawanên cengê yên ku rijêma Esed bi piştgiriya hevalbendên xwe pêk anîne ye, û berpirsê sereke di ber tawanan de tawanbarê cengê Beşar Esed e, ji ber ku ew serdarê bilind yê artêşê ye.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de tekez kir ku gelê Sûriyê hîn bendewar e ku wî û sembolên rijêma wî di dadgehên navdewletî de bibîne, wek dadmendiya hember giyanê qurbanî û pakrewanan.
Û Hevbendiya Niştimanî ji Emrîka xwest ku rêşûnên cidî di dosya sizakirina rijêma Esed û hevalbend û sembolên wê de pir bike, û kar di çarçoveya herdû biryarên navdewletî 2118 û 2254 de bike, ji ber ku şermezarkirina vê rijêmê û birîna têkliyan pêre, tenê dema derdeseriyên mirovî dirêj kir, ji ber ku nikarîbûn desthilatdariya rijêma Esed bidawî bikin, û piştgiriya hêviyên gelê Sûriyê di azadî û mafê çarenivîsî de bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî